Jinan li Berlînê Yeter Polat bibîranî

Yeter Polat a ku ji aliyê hevjînê wê ve hatibû kuştin, li Berlînê ji aliyê jinên Kurd ve hat bibîranîn.

Li paytexta Elmanya Berlînê, Jina bi navê Yeter Polat a ku dayîka 5 zarokan ji aliyê hevjînê wê ve bi kêran hatibû kuştin. NAV-DEM'ê li lokala Berlînê merasîmekî bîranînê lidarxist. Merasîma ku ji aliyê Meclîsa Jinan a DEST-DAN ve hate lidarxistin, li gel dayîka Yeter Polat û xwişkên wê, nêzî 100 kes tevlî merasîma bîranînê bûn.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin. Di destpêkê de Rêveberiya Meclîsa Jinan a DEST-DAN'ê, Rêveberiya NAV-DEM a Berlînê û Malbata Yeter Polat di axaftinên xwe de diyarkirin ku li hemberî vê hovitiyê tekoşîna ku tê dayîn kêm e û li beramberî vê rexnedayîna xwe dan. Di axaftinan de bal hat kişandin ser rêxistinkirina jinan û hat gotin ku hê bêhtir jin werin birêxistin kirin. Divê li dijî hemû curên şidetê, bi hev re tekoşîn bikin.

Jinên ku tevlî merasîa bîranînê bûyîn, diyarkirin ku wê heta dawiyê şopdarê doza Yeter Polat bin.