Jinan komplo li Kîelê protesto kirin
Komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Kîel a Elmanyayê bi danîna standekê hate protestokirin.
Komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Kîel a Elmanyayê bi danîna standekê hate protestokirin.
Komîna Jinan a Jiyan Jin li Eûropaplatz a Kîelê standek dan. Dostên Kurdan jî piştevanî dan standê.
Standa ku di çarçoveya piştevaniya pêngava KCK’ê ya ‘Dem dema azadiyê ye’ hate danîn komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin.
Çalakî bi banga tevlîbûna meşa ku li Hambûrgê bê lidarxistin, bi dawî bû.