Jinan Deniz Poyraz li gundê çêbûyî bi bîr anî

Jinên Mêrdînî Deniz Poyraz a HDP'yî ku hatibû kuştin li gundê wê Xirbêmirîşkê bi meşekê bi bîr anîn.


Meclîsa Jinan a Mêrdînê ya HDP'ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û TJA'yê kuştia Deniz Poyraz şermezar kirin.

Jin li gundê navçeya Mehsertê ya Mêrdînê li gundê Poyraz Xirbêmirîşkê hatin cem hev. Jin bi dirûşm ''jin jiyan azadî'' heta ber bi mala Poyraz ve çûn, ku salên 90'î ji ber terora dewleta Tirk ji gundê xwe derketibûn.

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Nisêbînê Perîgan Altûg dayik Deniz Fehîme Poyraz slav kir. Hevlet Oncu jî li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê axivî û ji bo ku dayik hêstiran nebarînin bangk ir ku her kes tiştekî bike.

Wekîla HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar got êrîşe ne êRîşeke şexsî ye û got, ''Bila kes nebêje, 'dîn bû', 'serxweş bû'' û wiha domand, ''Em kujer jî ên ku ew şandine jî nas dikin. Em kujeran ji Amed, Pirsûs û Enqerê nas dikin. Kujerên Amed, Pirsûs, Enqerê aşkere ne. Ên ku li Rojava komkujî kirin aşkere ne.''

Dundar got kujerê Poyraz dijminatiya li Kurdan e ku desthilata AKP-MHP'ê hilberandiye û diyar kir ew ê bîranîina Poyraz bidin jiyîn.