BI DÎMEN

Jin meşiyan: Em destûra desthilatê red dikin

Jinên li Kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina destûra demkî ya desthilatdariya Şamê, meşiyan.

Kongra Star ji bo şermezarkirina derxistina destûra demkî ya Sûriyeyê bêyî ku mafên gelan û jinan biparêze, komkujiyên li perava Sûriyeyê yên li dijî Elewiyan û ji bo banga garantiya mafên jinan li Sûriyeyê, li bajarê Qamişlo meşek organîze kir.

Jinên ji bajarên Hesekê, Qamişlo, Dirbêsiyê, Şedadê, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik, Til Koçer, Til Hemîs, Til Birak, Hol, Til Temir, Zirgan, Mergeda, El Erîşa û bajarokên girêdayî wan ên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen ên kantona Cizîrê, endamên sazî û rêxistinên jinan, nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê beşdarî meşê bûn.

Meş ji Çerxerêya Osman Sebrî destpê kir. Di meşê de jinan dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Na ji destûra ku mafên jin û pêkhateyan tê de tune ne” berz kirin. Meş li Çerxerêya Şehîd Rûbar sekinî û piştî rêzgirtinê axaftinan destpê kir.

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo komkujiyên li dijî Elewiyan şermezar kirin û diyar kir ku qada civaka navneteweyî çavê xwe li hember tundî, tecawizkirin û qetilkirina jinan ên li peravên Sûriyeyê girtiye û got: “Em wek jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cesareta xwe piştgiriya xwe ji bo wan pêşkêş dikin, em ji wan re dibêjin hûn ne bi tenê ne, em li pişta we ne.”

Rîhan Loqo destnîşan kir ku destûr û sîstemên olperest û netewperest ên ku îradeya jinan tune dihesibînin, nayên qebûlkirin û wan temsîl nakin û got: “Rojane dixwazin bi biryarên xwe li ser gelê li Sûriyeyê ferzkirinê pêk bînin, gelê Sûriyeyê bi pêşengiya jin û ciwanan li hember rejîma Baasê serî hilda. Wê têkoşîn û berxwedana me jî li qadên azadiyê heta avakirina Sûriyeyeke demokratîk bidome.”

Rîhan Loqo bang li jinên li peravên Sûriyeyê û hemû herêmên Sûriyeyê kir ku bi hev re li hember komkujiyan helwesta xwe nîşan bidin û got: “Em ê li kiryarên ku rû didin çavê xwe nagirin.”

Piştre hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Vîviyan Biho Osê axivî û got, jinên Suryan, Kurd û Ereb ji bo avakirina welat, siberoj û misogerkirina wekheviyê hevkarên esasî ne û wiha dewam kir: “Divê di destûrê de mafên hemû pêkhateyên civakê, di pêşî de mafên jinan cih bigirin.”

Vîviyan Biho Osê diyar kir ku jinan li Sûriyeyê seranserî dîrokê pêşengî kiriye û ew ê heta pêkanîna edaletê tê bikoşin.

Piştî axaftinan mîting bi sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.