Jin li Helebê li dijî tecrîdê meşiyan

Jinan li Helebê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li 3 nuqteyan meşiyan.

Kongreya Star a Helebê ji bo şeremzarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi diruşmeya "Jin Azadiya Rêbertî Dixwazin" meşiyan.

Meşek ji pêşiya rawestgeha erebeyan a taxa Şêx Meqsûd, a din ji ber Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li beşê rojavayê taxê û yek din jî ji pêşiya Mala Jinê ya taxa Eşrefiyê destpê kir. Jinan bi cil û bergên xwe yên folklorî, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah û alên Kongreya Star hildan û bê navber diruşmeyên banga daxwaza azadiya Ocalan dikin, qîr kirin.

Her sê meş qada Cîbayat a beşê rojhilatê taxa Şêx Meqûdê bûn yek û deqeyeke rêz hate girtin. Piştre li ser navê Kongreya Star Sûad Hesen axivî û diyar kir ku têkoşîna wan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam e.

Meş bi dirûşmên azadiya Ocalan bi dawî bû.