Jin li Ewropayê dadikevin qadan: Jin, Jiyan, Azadî!

TJK-E'yê bang li her kesî kir, bi taybetî jî li jinan kir ku di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de dakevin qadan û got, "Em qadên çalakiyê bi biryardariya mezinkirina têkoşîna azadiyê dagirin."

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek weşand û bi bîr xist ku par qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve, bû sedem ku jin û hemû beşên civakî li dijî desthilatdariyê bikevin nava pêvajoyeke berxwedanê ya dîrokî.

Di daxuyaniyê de, di salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emînî de jinên ku di encama polîtîkayên qirkirina jinê de ji aliyê sîstema baviksalar ve hatin qetilkirin bi hezkirin û hurmet hatin bîranîn. Her wiha jinên ku meşaleya berxwedanê hildidin jî hatin silavkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Rojhilatê Kurdistanê jin ên ciwan porên xwe yên dirêj berdan, dest dan hev, li ser textê li dibistanê bi yek hevokê destan nivîsandin 3u hate gotin, "Hevoka 'Ji bo xwişka min, ji bo xwişka te, ji bo xwişka me' form û ruhê têkoşîna jinê destnîşan kir. Ev yek rastiya 'Jin, Jiyan, Azadî' îfade dike. Ruhê paradîgmaya azadîparêziya jinê hêza xwe ji rastiya civakî-dîrokî werdigire û ji bo jinan paşerojeke azad li dora şoreşa jinê ava dike. Di salvegera yekemîn de em 16'ê Îlonê bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' pêşwazî dikin ku gerdûnî bûye. Jin li tevahiya cîhanê li dora vê dirûşmê li hev kom dibin û digihêjin hev. Ev yek cihê kelecan û hêviyê ye."

'EM QADÊN ÇALAKIYAN DAGIRIN'

Di daxuyaniyê de bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bang li jinan, dostan, ciwanan û gel hate kirin ku li Ewropayê beşdarî pêngava 'Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi şoreşa jinê' bibin.

Di daxuyaniya TJK-E'yê de hate gotin, "Em bi biryar in ku bi aqil, berxwedan û rengê jinê azad bibin, bedew bibin. Em bi biryar in ku vê têkoşîna xwe ya mezin bi ser bixînin ku mohra xwe li sedsalê xistiye. Û em dibêjin, 'Ji bo xwişka min, ji bo xwişka te, ji bo xwişka me' em qadên têkoşînê bi biryardariya mezinkirina têkoşîna azadiyê dagirin."

PLANA ÇALAKIYAN

Li gorî daxuyaniyê, plansaziya çalakiyan a TJK-E'yê bi vî rengî ye:

"13.09.2023

ELMANYA

Karlsruhe
Saet: 17:00
Cih: Kirchplatz ST. Stephan

15.09.2023

ELMANYA

Köln
Saet: 18.00
Cih: Heumarkt

BELÇÎKA

Brüksel
Saet: 16.00
Cih: Plas Pulatrt 1000


16.09.2023

ELMANYA

Hamburg
Saet: 12.00
Cih: S-Bahn Sternschanze

Münster
Saet: 14.00
Cih: Pêşiya Hauptbahnhof

Berlin
Saet: 17.00
Cih: Bebelplatz/Rosa Luxemburg Platz

Frankfurt
Saet: 14.00
Cih: Alte Oper
Generalkonsulat Iran

Stuttgart
Saet: 16.00
Cih:  Rotebühlplatz

Saarbrücken
Saet: 14.00
Cih: Schillerplatz 14

Hannover
Saet: 13.00
Cih: Ernst August Platz

Kiel
Saet:12.30
Cih Europa Platz

Dortmund
Saet: 17.00
Cih: Platz der deutschen Einheit/Hauptbahnhof

Aurich
Saet: 13.00
Cih: Rathaus

Freiburg
Saet: 14.00
Cih: Platz der alten Synagoge

FRANSA

Paris
Saet: 19.00
Cih: La Place de La Bastille

Marsilya
Saet: 13.00
Cih: Canebiere

Strassburg
Saet: 15.00
Cih: Place Kleber

SWÎSRE

Luzern
Çalakiya navendî
Saet:14.00
Cih: Helvetiaplatz

ÎNGILISTAN

London
Saet: 13.30
Cih: BBC Broadcasting House
Portland Place, London W1A

SKANDÎNAVYA

Stockholm
Saet: 14.00
Cih: Norra Bantorget

Oslo
Saet: 13.00
Cih: Christian Frederijs Plass- Mellom/ OsloS-Opera

Helsinki
Saet: 14.00
Cih: Narinkkatori Helsinki


HOLLANDA

Amsterdam
Meş û mîtînga navendî
Saet: 13.30
Cih: Leidseplein."