Jin ji bo Îpek E. li qadan bûn

Jin ji bo Îpek. E ya piştî destdirêjiya çawîşê pispor Mûsa Orhan û şûnde întixar kir, daketin qadan û peyama ‘Em rê nadin ku berpirs pak bên nîşandan, em ê li her qadê tê bikoşin.”

Endamên TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo Îpek E. ya piştî destdirêjiya çawîşê pispor Mûsa Orhan întixar kir û mir, li Şirnex, Mêrdîn, Hatay û Mêrsînê çalakî kirin.

ŞIRNEX

Li Cizîrê bi tevlîbûna Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û gelek jin xwestin daxuyaniyek bidin. Polîsan birara qedexe ya çalakî û aktivîteyan a walîtiyê nîşan da û asteng kirin. Di hevdîtina hate kirin de Wekîla HDP’ê Nûran Îmîr diyar kir ku ewa qedexeya walîtiyê nas nakin, wê li kolanan bin. Li ser pêşniyara polîsan a ‘Bila 4 jin û 4 polîs bimînin’ HDP’iyan nerazîbûn nîşan da. Piştî gotûbêjan Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç da û diyar kir ku polîtîkayên wan ên qirêj ne îro bi salan in dom dike.Tunç got ku ew wê rê nedin polîtîkayên pakkirina berpirsên destdirêjiyê. Piştî Tûnç Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî axivî, diyar kir ku heta hişmendiya qirêj heta neqede, wê têkoşîna wan jî dewam bike.

MÊRSÎN

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrsîn û TJA’yê li pêşiya avahiyê daxuyaniyek da. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrsînê Gulay Şen bal kişand ser Peymana Stenbolê.

HATAY

Platforma Kedê û Demokrasiyê ya Îskenderûnê li ser heman mijarê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îskenderûnê daxuyanî da. Li vir Fatma Gureş axivî û diyar kir ku wê qet rê nedin siyaseta qirêj a li ser bedena jinê tê kirin.

MÊRDÎN

TJA ûû Meclîsa Jinan a HDP’ê li Mêrdînê jî çalakiyek kirin. Di çalakiyê de ev hate gotin: “Hûn çima tecawîzkaran diparêzin? Em jin wê li dijî çanda destdirêjiyê têkoşînê bikin.”

RIHA

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Rihayê û TJA ji bo Îpek hatin ba hev. Di daxuyaniya li avahiya bajar hate kirin Hevseroka HDP’ê Emîne Çetîner axivî. Çetîner diyar kir ku desthilat jî bi qasî çawîşê pispor Mûsa Orhan berpirs e. Çetîner got: “Dibêjin li vî welatî edalet heye, li çavê mirovan dinêrin û derewan dikin. Qatill, diz, tecawîkar li deriyekê re dibin li deriyê din re berdidin.Em jin ji bo canekî din jî neçe têdikoşin.”