‘Jin ji 9’ê Çile heta bi 8’ê Adarê wê li qadan bin’

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Besîme Konca got,  ‘’Em di serdemeke wiha de ne ku bi rêxistiniyê dikarin bersivê bidin van zextan. 8’ê Adarê bi rengekî xurt em ê li qadan bin û her wiha 9’ê Çile salvgera qetilkirina Sakîne û Sêvêyan e.’

Rengekî dî yê tundiya mêran a li ser jinê rasterast ji hêla dewletê ve li dijî temsîla jinê bû. Bi pêla qeyûman ku dawiya sala 2016’an dest pê kirî, pergala hevseroktiyê ya DBP’ê, koma jinan a li meclîsê, Partiya Demokratîk a Gelan ku temsîla wekhev anî di hedefê de bû. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî di nav de, gelek parlamenterên jin ên HDP’ê hatin girtin, li ser polîtîkayên tundiyên yên li ser jinê yên AKP’ê, zêdebûna tundiya mêran a li ser jinan, em bi Berdevka Meclîsê ya HDP’ê û Parlamentera HDP’ê Besîme Konca re axivîn.

TUNDÎ POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YE Û BÛYE AMÛRA MAYINA LI SER DESTHILATDARIYÊ

Konca  salvgera komkujiya Meraşê, operasyona 19’ê Kanûnê ya bi ser Girtîgehan de, Komkojiya Roboskê, kuştina Taybet Înan, Murat Araç ku beriya bi heftiyekê de di binçav da hatî kuştin bi bîr xist, diyar kir ku di polîtîkaya tundiyê de tiştek neguheriye û wiha got , ‘’Desthilatdariya AKP’ê niha tundiyê bi rengekî berbelavtir, bi rengê cuda, weke polîtîkayekê ev daniye ber jinan û civakê. Tê gotin an hûnê weke min gotî û daxwaz kirî bijîn an jî ez ti heq, hiqûq, azadiyê ji bo we nas nakim. ‘’

2017’AN LI SER JINAN HEM ÊRÎŞEKE ÎDEOLOJÎK Û HEM JÎ FIZÎKÎ HEBÛ

Konca diyar kir ku hem di hemû îdeolojiyên nêrana de û hem jî di rejîmên faşîst de jin dibin hedef, çi tişta ku dixwazin bi civakê re pêk bînin vê di ser nasnameya jinê û çanda zayendîparêz re ava dikin, çanda rajêrîbûnê, mêtina di çerxa kolekirinê de di ser nasnameya jinê de pêk tîne û got, AKP jî ji vê cuda polîtîkayekê nake.

PEYAMA TÊNEKOŞIN DIDIN JINÊ

Konca diyar kir ku sala 2017’an ji hêla jinê ve saleke tije êrîş bû, hem ji hêla fizikî, hem ji hêla polîtîk, sosyal û çandî ve

Konca got, ‘’Dema ku li ber çavê her kesî û kamerayan li Stenbolê jinek tê kuştin ev hemû jinan diqerqilîne. Peyam ji bo hemû jinan e. Dema ku cenazeya Ekîn Van hatî teşîrkirin jî peyam ji bo hemû jinan e. Li gel van polîtîkayên pirhêlî yên êrîşê her wiha bû ew sal ku jinan bi têkoşîna xwe daxwazên azadiyê geş kirin. Li gel Rewşa Awarte û BHQ’yan jinan kolan bernedan. TJA’yê bi şîara ‘’Tecrîd wê têk biçe û azadî bi ser bikeve’ bernamyên jinan pêk anîn. Me Meclîsa Jinan a HDP’ê di pêvajoya referandûmê a 16’ê Nîsanê me bi tevgerên jinan û însîyatîvan hevgirtina jinan pêk anî. Di nobetên Dadmendî û Wijdanê de girîng bû ku jinan gotina xwe gotin û xwe nîşan dan.’’

JINÊN KURD HER DEMÊ LI ENIYÊN PÊŞ BÛN

Konca diyar kir ku ji salên 90’î ve jinên Kurd di têkoşîna azadî û demokrasiye de tim li eniya pêş bûne, di siyaset û di avakirina jiyana azad de, di çareserkirina doza Kurd da a bi rêbazên demokratîk de tim têkoşiyane, got sedema ku şaredariyên DBP’ê, xebatên jinê bûne hedef wiha got: ‘’AKP’ê hemû kesên ku li dijî hişmendiya  yekreng, siyaset û partiya zayendîparêz  rawestiye kir hedef. Qeyûm jî û hewldana darbeya siyasî ya li ser HDP’ê jî gavên pêşîlêgirtina demokratîkbûna Tirkiyê ye. Jinên Kurd ev bi salan e li ber xwe didin; hem di hişmendiya netewî, hem di têkoşîna jinê de û hem jî di rêya demokratîkbûnê de gavên mezin avêtin. Di operasyonên cemeatê de DOKH hate darizandin û bi sedan jin xistin girtîgehan lê bi rengekî pûç bûn. Rêxistiniya KJA’yê çêbû, piştre me hevseroktî li şaredariyan bi sazî kir. Bi vê destkeftiyên dîrokî çêbûn ku jin di rêveberiya rasterast de hebe û rêveberiya xwecih bi siyaset û perspektîfa jinê bit eşe bibe.’’

VÎNA JINÊ HATE GIRTIN

Konca diyar kir ku di pûçkirina êrîşên giştî de yên ku 2016’an dest pê kirî û 2017’an dewamkirî de hinek qelsî çêbûne û hê jî dorpêçeke mezin heye, girtina hevserok Fîgen Yuksekdag û parlamenterên jin, hevşaredarên jin, Heseroka KCD’ê Selma Irmak, bi bîr xist û got, ‘’Ev rehîngirtin nîşana wê ye ku li ser vîna jinê ya rêxistinî û polîtîk darbe hatiye kirin. Di salên dawî de me şahidî ji hewldanên darbeyên leşkerî re kir lê di vê sala dawî de em di pêvajoya darbeyeke siyasî re diçin ku siyaseta jinan û siyasetmedaren jin kirine hedef.’’

LI GEL HER TIŞTÎ EM TÊDIKOŞIN

Konca got, ‘’Ji bo ku 2018 bibe saleke demokrasiyê, azadiyê û ji bo jinan bibe sala destkeftinan, çawa ku li gel darbe û rejîma Rewşa Awarte 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê jinan qad bernedabin, her wiha serê xwe ji tundiyê re, operasyonên gefê re jî netewandin. Li hêwanên dadgehê jî, li kursiyên Meclîsê jî, li qadan jî, li dorpêçan jî gotina xwe got û ji faşîzmê re serê xwe netewand. 2018’an jî em ê têkoşîna xwe ya wekhevî, azadî, demokrasiyê geş bikin û şîara me ‘Wiha naçe, jin rê nadin’ ne ji bo jinan tenê lê ji bo hemû civakê bûye dirûşm.’’

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê herî dawî got, wê 8’ê Adarê û 21’ê Adarê bi çoşdarî pîroz bikin û got, ‘’ ’Em di serdemeke wiha de ne ku bi rêxistiniyê dikarin bersivê bidin van zextan. 8’ê Adarê bi rengekî xurt em ê li qadan bin û her wiha 9’ê Çile salvgera qetilkirina Sakîne û Sêvêyan e. Banga me ew e ku ser van komkujiyan neyê girtin û hesab were pirsîn.’’