Jin bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" daketin qadan

Li gelek welatên Ewropayê, jin bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" daketin qadan û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi coş pîroz kirin.

Li gelek bajarên Ewropayê, jin bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" daketin qadan û 8'ê Adarê pîroz kirin.

MONTPELLIER: Li bajarê Montpellîer ê Fransayê, 8'ê Adarê bi meşekê hate pîrozkirin. Bi pêşengiya komên femînîst ên Fransayî bi hezarna kes li Place de I'Europe li hev kom bûn û mşeiyan. Jinên Kurd jî bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "La femme, la vîe, la lîberte" beşdarî meşê bûn.

KÎEL: Bi wesîleya rojê li bajarê Kîel ê Elmanyayê jin meşiyan. Di meşê de alên YPJ'ê û posterên jin ên pêşeng ên şoreşger hatin hildan. Di çalakiyê de işaret bi tundiya li jinê hate kirin. Her wiha hate ragihandin ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan jinan mîna koleyan dibîne.

HÎLDESHEÎM: Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê jin saet di 13:00 de li stasyona trenê li hev kom bûn û heta navenda bajêr meşiyan. Piştre mîtîngek li dar xistin. Li ber stranên koma Navendê 8'ê Adarê hate pîrozkirin.

BRAÛNSCHWEÎG: Jinên ku bi wesîleya 8'ê Adarê li bajarê Braûnschweîng ê Elmanyayê li hev kom bûn, bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" meşiyan. Di çalakiyê de peyamên TJK-E û Women Defend Rojava hatin xwendin.

KASSEL: Li bajarekî din ê Elmanyayê li Kasselê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakiyek hate lidarxistin. Jinên ku li Haûptbahnhofê li hev kom bûn heta zanîngehê meşiyan.

KOPENHAGEN: Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê li taxa Îshojê bi çalakiyekê hate pîrozkirin. Meclîsa Jinê ya Sêvê tevî rêxistinên civakî yên sivîl 3 panel û semînerên cuda li dar xist. Di çalakiyan de berxwedana jinên kedkar ên cîhanê hate silavkirin.

ATÎNA: Li paytexta Yewnanistan Atînayê pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li qada Akademîasê bi konserekê dest pê kir. Qisekeran bal kişandin ser girîngiya 8'ê Adarê û têkoşînê. Piştre jin ber bi Parlamenta Yewnan ve meşiyan. Jinên Kurd di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPJ'ê hildan.

GRAZ: Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, rêxistinên jinan, partiyên siyasî û aktîvîstên jin 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi çalakiyeke hevpar pîroz kirin. Bi sedan kes li Haûptplatzê bi vê armancê li hev kom bûn û heta Rosselmuhlparkê meşiyan. Li gel xwendina peyamên saziyan her wiha stran hatin gotin û govend hate gerandin.

MUNCHEN: Li bajarê Munchen ê Elmanyayê 8'ê Adarê li Marîenplatzê ya li pêşiya Şaredairya Munchenê bi meşekê hate pîrozkirin. Tevî Meclîsa Jinê ya Sara her wiha zêdeyî 30 saziyên jinan tevlî meşê bûn. Belavoka Tevgera Jinên Kurd a ji bo 8'ê Adarê di çalakiyê de hate xwendin.

AMSTERDAM: 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li paytexta Hollanda Amsterdamê bi çalakiyekê hate pîrozkirin. Jinên Kurd, Arjantînî, Fîlîpînî, Îranî û Hollandayî beşdarî çalakiyê bûn. Piştre bi hezaran jin ji Dam Pleînê ber bi Mûseûm Pleînê meşiyan. Di meşê de alên TJK-E û YPJ'ê, wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Hevîn Xelef û Arîn Mîrkan hatin hildan.

FREÎBÛRG: 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ê Cîhanê li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê bi meş û mîtîngekê hate pîrozkirin. Jin ên ciwan ên beşdarî çalakiyê bûn dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî Serok Apo" qîriyan. Çalakî bi govend û stranan bi dawî bû.