Ji tarîtiyê ber bi azadiyê ve

Berdevka Meclîsa Jinê ya Reqayê Xewle El Îsa El Hemmûd qala karê xwe yê rêxistinbûnê û ji nû ve avakirina Reqayê kir.

Xewle El-Îsa El-Hemmûd berdevka Meclîsa Jinê ya Reqayê ye. Xewle beriya ku DAÎŞ Reqayê dagir bike, xwendekar bû. Heta di wê demê de ku çeteyan navê Artêşa Azad li xwe dikir jî, tê bîra wê ku êdî derketina ji nava malê jî li jinê û pê re jî li wê hatibû qedexekirin. Xwendekara hiqûqî Xewle tîne bîra xwe ku xwendina wê weke, xwendina 'qanûna kafiran' hatiye binavkirin.

Axir ew paşê xwe fêrî dirûnê dike û destê xwe ji xwendina hiqûqê jî dişo, heta ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo rizgarkirina Reqayê zend û bendan vedimalin.

Xewle ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî. Xewle dibêje ew çarşefa reş û rûpoş bi xwe pirsigirêka mezin di dema dagirkeriya DAÎŞ'ê de nebû û wiha dipeyive: "Carekê ji bo cilûbergên me qanûn çêdikirin, her sal ew diguhertin. Piştre qedexeya derketina ji malê danîn û diviyabû ku dengê mirovan jî dernekeve. Jina li kolanê bimeşiya, cezayê pere lê dihat birrîn. Li gorî tişta ku li xwe nekiribe jî ev ceza zêde dibû. Ji bo me cilûberg ne pirsgirêk bûn, ew zexta ku li malbatên me dikirin, ha wê dikir ku zext bêhtir li me bibe. Wan kir gelek jin û mêr dev ji hev berdin. Wan ders didan zilaman û zilaman li mala xwe li ser hevjina xwe ew ders pêk dianî. Wan dixwest bi hinceta şerîeta Îslamî jinê ji her tiştî mehrûm bike."

BI HÊZA JINA KURD

Rizgarkirina bajarê Reqayê û hêviya bi wan re peyde bûyî jî Xewle wiha îfade dike: "Rizgarbûna me bi destê jinê hat. Beriya wê em 5 mehan dorgirtî man, lê bi hêza jina Kurd em hatin rizgarkirin. Hembêza yekemîn ku ji me re hat vekirin a jina Kurd bû. Bi destên me girtin û em ji rewşa bindestiyê ber bi azadiyê ve birin. Ji cihê ku li jinê derketina derve qedexe bû, em hatin cihekî ku jin di bereya pêş de bê tirs şer dikin. Ruhê xwe fedayî azadiya jinên bindest dikirin.

Piştî rizgarbûnê, me nedizanî çawa mirov xwe birêxistin dike. Lê piştre, me dest bi avakirina komun û meclîsên giştî û yên jinê kir. Min pêşî ji xwe re digot, çima em di nava xebata giştî de ne jî. Piştre me her tişt fêhm kir. Min di nav komunên jinan de kar kir, ji jinan re got ka rêxistinbûyîn çi ye, komun çi ye. Me fêhm kir ku êşa jinan li her deverê weke hev e. Çi li Reqa çi li Dêra Zorê, Tebqa û Minbicê, pirsgirêkên jinan yek in. Jinên ku zilma DAÎŞ'ê dîtibin, daxwaza wan ji bo azadî û xebatê zêde ye."

HÊVÎ JI NÛ VE AVA KIR

Xewle bi bîr dixe ku hêza xweparastinê ya jinê ji bo wan tiştekî nû bû û nerazîbûna malbatan a destpêkê jî, piştî ku dîtin ka jin çiqasî exlaqî xwe diparêze ji holê rabûye. Xewle dibêje vê hêzeke xurt afirandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me ji avakirina komun, meclîs û rêveberiya jinan dest pê kir û ji bo ku jin bê perwerdekirin û hişyarkirin, akademiyên perwerdeyê hatin vekirin.

Ji bo jinên Reqayê, ew tiştên nû bûn, ji ber ku em di nava civakeke dîlgirtî de mezin bûne. Rola jinê tenê di nav malê de bû, ti hêviya jinan nebû ku ji malê derkevin û dinyayê bibînin. Lê îro ev mumkin e. Ez mînaka vê me. Ez hatime cihekî ku jin ji hemû aliyên cîhanê hatine gel hev, ezmûnên xwe bi hev re parve dikin. Ji vê konferansa navneteweyî ya jinan tişta girîng a min derxistî ew e ku jin li ku devera cîhanê dibin bila bibin, pirsgirêk, hîs û eşên wan yek in."

JIN WÊ BI HEVGIRTINÊ JINÊ AZAD BIKIN

Dewra xwe ya li derveyî meclîsa jinê jî Xewle wiha terîf dike: "Saleke min çêbû ku ez di nav xebaten jinê de cih digirim. Ev 6 meh in ku ez li dadgehê ji bo parastina mafên jinan dixebitim. Ji bo projeyên jinan jî dîsa miracaetî me kirin. Rola ku rêveberiya jinê di vî warî de pê rabûye, ez pirr girîng dinirxînim."

Xewle bi bîr xist ku wan bi qanûnê zewicandina di temenê zaroktiyê de ya jinan qedexe kiriye û her jina ku miracaetî mala wan bike, ew ê xwedî lê derkevin. Armanca xwe ya li ser mijarê jî wiha rave dike: "Armanca me ew e ku civak îqna bibe ku zewaca bi temenê zaroktiyê de rast nîne û rîskên wê hene."

Berdevka Meclîsa Jinê ya Reqayê Xewle El-Îsa El-Hemmûd işaret bi guherîna dewra jinê di nava civaka li Reqayê de kir ku êdî jin li bereyên pêş ên şer jî hene. Axaftina xwe bi vê hêviyê bi dawî kir: "Baweriya min bi hêza jinê zêde heye. Ez hevîdar im ku em ê weke jin bi hevgirtina xwe karibin jinan ber bi azadiyê ve bibin."