Ji nexweşxaneyê daxuyaniyeke nû: Metirsiya li ser jiyana Onder dewam dike

Nexweşxaneya Florence Nightingale ku Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder lê di beşa çavdêriya awarte de tê ragirtin, diyar kir ku nexweşê wan di asta rîska bilind de ye û metirsiya li ser jiyana wî dewam dike.

SIRRI SUREYYA ONDER

Endamê Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder ku şeva 15'ê Nîsanê ji ber nexweşiya dil rakirin nexweşxaneyê, hîn jî di beşa çavdêriya awarte ya nexweşxaneyê de tê ragirtin.

Di daxuyaniya nû ya Nexweşxaneya Flrence Nightingale de hate gotin, "Nexweşê me Birêz Sirri Sureyya Onder di bin çavdêriya awarte de tê dermankirin."

Nexweşxaneyê got, "Rewşa giştî bi heman rengî ye, stabîlîteya çavdêriya awarte weke parametreyên doh dewam dike. Li hemberî enfeksiyon û înflamasyonê tedawiyên me dewam dike. Nexweşê me di asta rîska bilind de ye û metirsiya li ser jiyana wî dewam dike."