‘Ji Ensarê heta Êlihê ser tecawuzê negire’

Koma Tedbîra Lezgîn a li Hemberî Qirkirinên li ser Jinan bi meşeke ji Kadikoyê ya heta Qada Kalkedonê îstîsmara zayenî ya li Êlihê protesto kirin.

 Jinên ku slogana “Ji Ensarê heta Êlihê ser destdirêjiyê negire’ berz kirin, diyar kirin ku kesên bêdeng dibin hevparên vî sûcî û bang kirin ku “Zarok bêdeng dibe, lê tu bêdeng nebe”.

Jinên Koma Tedbîra Lezgîn a li Hemberî Qirkirinên li ser Jinan li Sogutluçeşmeyê hatin gel hev û bi meşekê destdirêjiya li ser zaroka 14 salî protesto kirin. Di protestoyê de pankarta “Li Êlihê kî destdirêjan diparêze? Kefaleta destdirêjan tune” hildan û dirûşmên, “Li Êlihê destdirêj heye”, “Mêr destavêtinê dikin, medya, civak û Êlih bêdeng dibe”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bedena zarokan ne qada şer e” berz kirin.

‘ZAROK BÊDENG DIMÎNE, TU BÊDENG NEMÎNE’

Jinan li Qada Kalkedonê diyar kirin ku, zaroka 14 salî ya bi navê G. bi awayekî sîstematîk hatiye destavêtin û piştî ku derketiye holê ev zarok bi ducanî bûye, ev mesele eşkere bûye. Jinan diyar kirin ku bi eşkerebûna vê bûyerê re derketiye holê ku li Êlihê desthatiye avêtina gelek zarokan û kesên ku bi vê rewşê dizanin jî xwe li bêdengiyê datînin. Jinan destnîşan kirin ku kesên bêdeng dimînin dibin hevparên vî sûcî û bang kirin ku li hemberî îstîsmara zayendî dengê xwe bilindtir bikin.