Ji bo azadiya Ocalan li Swîsre stand danîn

Jinan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Aaraû ya Swîsreyê standa agahdarkirinê danî.

Meclîsa Jinan a Rojbîn li Bahnhofplatz ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa ku raman, felsefe, tez û projeyên Ocalan ji bo Swîsreyiyan bide nasîn danîn.

Pirtûkên Rêberê Gelê Kurd ên Konfederalîzma Demokratîk, Netewa Demokratîk, Şoreşa Jinê, Şer û Aştî û dîsa pradîgmaya Ocalan ên bi Elmanî li xwe digire, li kantona Aaraûyê li Swîsreyiyan hate belavkirin.

Her wiha li standê daxwaza azadiya Ocalan hatekirin û li dijî êrîşên qirkirin û talanê yên dewleta Tirk a li Kurdistanê banga piştevaniyê li gelê Kurd hate kirin.