Insîyatîva Gel a Jinan a Bakur: Li K24'ê nenerin!

Insîyatîva Gel a Jinan a Bakur li dijî K24'ê ku Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di weşanê de kire hedef, helwest nîşan da û got, ''Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li K24'ê nenerin, boykot bikin.''

Insîyatîva Gel a Jinan a Bakur daxuyaniyeke nivîskî da û got, ''Êrîşa di televizyona K24'ê de ya li dijî Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat nîşan dide ku polîtîkayên dewleta Tirk ku di ser şexsê jinê de li ser Kurdan dike, bi cih tîne''.

Insîyatîvê bi domdarî got têkoşîna azadiyê ya jina Kurd ji xwedavendên pêşî û wir ve berxwedana xwe geş kiriye û halê hazir li Rojava rêya azadiyê vekiriye, jina Kurd, bi berxwedaniya 40 salê dawî û tora xwe ya azadiyê, hatiye ber rewşa ku pêşengiyê ji hemû jinên cihanê re bike. 

Insîyatîvê bi berdewamî diyar kir hişmendiya zilamserwerê bûyî desthilat êrîşên xwe yên li ser jina Kurd zêde kirine, di şexsê jina Kurd de polîtîkayên ku gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn rajêrî xwe bikin, tora berxwedanî tine bikin û hemû destkeftiyan tine bikin, bi kirêyî, bi bêexlaqî bi cih tînin.

Bi domdarî hate gotin, ''Êrîşa di televizyona K24'ê de ya li ser Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat nîşan dide ku polîtîkayên dewleta Tirk ku di ser şexsê jinê de li ser Kurdan dike, bi cih tîne. K24 ku qenala TV'yê ya bi ser PDK'ê ve ye, zimanê kirêt û bêexlaq ên polîtîkayên şer e, ku têkoşîna jina azad û têkoşîna azadiya Kurd mîna hêzekê nebîne û wê asteng dike.

Em êrîşa li ser Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat şermezar dikin,ku Hozat temsîla têkoşîna jina Kurd e, ku ev têkoşîna di sedsala 21'ê de li Rojava bûye artêş û berevaniyê li gelê xwe dike û kevirekî hîmî ye ku digihîne azadiyê. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku polîtîkayên PDK'ê teşhîr bikin û li qenala K24'ê nenerin, wê boykot bikin.''