Hevşaredar  Epozdemir hat girtin

Hevşaredara Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemir hat girtin.

Hevşaredara Şaredariya Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemir a ku îro danê sibehê bi ser mala wê de hat girtin û hat binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Sêrtê hat kirin. Piştî karên îfadedayîna li dozgeriyê, Epozdemir bi daxwaza girtinê sewqî Mehkemeya Cezayê Sulhê ya nobedar hat kirin. Mehkemeyê biryara girtina Epozdemir da.

Epozdemir a ku hinceta girtina wê nehat zanîn, hat hînbûn ku ew şandine Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.

Piştî di 17'ê Mijdara 2016'an de qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê hat kirin, hevşaredar Tûncer Bakirhan û Belkiza Beştaş Epozdemir ji peywirê hatibûn dûrxistin û Bakirhan hatibû girtin.