Endama Konseya Serokatiya KCK'ê Elîf Ronahî, bi wesîleya salvegera çalakiya her du jinên şoreşger Bêrîvan (Nîlgun Yildirim) û Ronahî (Bedriye Taş), ku di sala 1994'an de bedena xwe dan ber agir^, ji ANF'ê re axivî.
'BI ÇALAKIYA XWE BERXWEDANA CIVAKÎ LI TEVAHIYA EWROPAYÊ BELAV KIRIN'
Ronahî diyar kir, sala 1994'an saleke êrîşên berfireh û giştî yên li dijî Kurdan bû û got, "Bi tifaqa Çîller, Demîrel û Dogan Gureş re, ji bo tasfiyekirina Rêberê me û têkoşîna gelê Kurd, bi hêzên navneteweyî re li hev kirine. Di berdêla tawîzên mezin ên ji van hêzan re hatin dayîn de, bi hezaran mirov bi rengekî 'kiryar nediyar' hatin kuştin, zêdeyî 4 hezar gund hatin şewitandin. Li hemberî vê yekê, Kurdên li welêt û li Ewropayê serhildanên xwe derxistin asteke nû. Hevrê Ronahî û Bêrîvan, bi rêya çalakiya xwe ya di Newrozê de, berxwedan li gelemperiya Ewropayê belav kirin. Dewletên Ewropayê neçar man paşve gavê bavêjin.
'BERSIVA HERÎ WATEDAR A VEGERA LI CEWHERÊ DAN'
Ji bo banga Rêberê me, ku bang li Kurdên li Ewropayê kiribû li cewher û çavkaniya xwe ya civakî vegerin, hevrê Ronahî û Bêrîvan bersiva herî watedar da bûn."
Ronahî der barê wateya çalakiya Ronahî û Bêrîvan de ev nirxandin kir: "Xeteriya li ser gelê Kurd beralî kirin û gelê Kurd ji aliyê derûnî ve guherandin. Hevrê Ronahî û Bêrîvan pê dizanîbûn, ku daneqebûlkirina hebûna gelekî tê înkarkirin bi têkoşîneke ji rêzê nabe. Haya van hevrêyan jê hebûn ku divê ew bi berpirsyariya şikandina xeleka qirkirinê rabin. Pê dizanîbûn ku ji bilî têkoşînê, dîrok û dem şenseke jiyanê nabe Kurdan û jinên Kurd. Bi vî rengî xwe kirin Newroz."
'BI XWEGIHANDINA CIVAKÎBÛNA XWE YA DÎROKÎ RE LÊGERÎNÊN XWE YÊN LI AZADIYÊ MEZIN KIRIN'
Ronahî balkişand ser taybetmendiyên hevpar ên Ronahî û Bêrîvan û wiha dewam kir: "Sade bûn, cewherî bûn û dildarên azadiyê bûn. Tevî ku demeke dirêj li navenda kapîtalîzmê li Ewropayê dûrî rewşa xwe ya civakî bûn, ti carî ji hezkirina welat qut nebûn. Berevajî vê yekê, dûrmayîna xwe kirin sedemek ji mezinkirina hezkirina gel û welêt. Exlaqa civakî û hişmendiya azadiyê afirandin. Neketin xefika modernîteya kapîtalîst a lêgerîna azadiya lîberal ku pêşkêşî jinê dikir. Azadî di nava civakîbûna xwe de dîtin. Bi tevlîbûna li nava refên têkoşîna jinên Kurd re lêgerînên xwe yên li azadiyê, bi xwegihandina civakîbûna xwe ya dîrokî mezin kirin. Ji bo afirandina siberojeke alternatîf, ji bingehê ve xwe ji modernîteya kapîtalîst qut kirin. Ji aliyê zîhnî, bîrdozî, civakî û polîtîk ve xwe jê qut kirin. Lewma qutbûna wan kûr bû. Bûn mînaka ji nû ve şînbûna li ser koka xwe ya dîrokî."
'DI DILÊ JINAN DE BI CIH BÛN'
Ronahî got, "Bi çalakiya xwe re di dilê bi dehan jinan de bi cih bûn. Bandora ruhê azadiya jinê ku wan bi çalakiya xwe afirandin, bû sedem ku bi dehan jin ên ciwan tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bibin" û wiha dewam kir: "Di mezinbûna têkoşîna azadiyê û rêxistinbûna pêşengiya jinê de ew bi roleke girîng rabûn. Hişmendî û hestên welatparêziyê ku her du hevalan di dil û mejiyê xwe de mezin kirin, gelekî xurt bûn. Ji ber vê yekê, coşa wan a xwegihandina welêt di asta herî bilind de bû. Hezkirina ji têoşînê, sekna bi îrade di asta herî bilind de bû. Baş dizanîbûn bêyî rêxistin û têkoşînê, nepêkan bû ku mirov xwe bigihînin civakîbûna xwe û azadiyê. Ji ber ku feraseta wan a hezkirina gelê xwe gelekî xurt bû, mîna ku îbadetê ji rêxistinbûna gel û jinê re bike, meşiyan. Li Ewropayê pêşî li plan û polîtîkayên li dijî gelê Kurd girtin. Bûn bingeha gihandina gelê Kurd a welêt. Hewldanên hevrê Ronahî û Bêrîvan ji bo fêhmkirina Rêbertî, gelekî mezin bû."
'JIYANA JI BO ARMANCÊN WAN, ŞERTÊ HEVRÊTIYÊ YE'
Ronahî destnîşan kir, ku meşa li ser xeta Mazlûm, Zekiye, Rahşan, Ronahî û Berîvan, jiyana ji bo armancê û mezinkirina armancê, şertê hevrêtiyê ye û got, "Ew bi rola xwe ya dîrokî rabûn û bûn bingeha neteweya demokratîk. Şerê ji bo gelekî li ser rêya azadiyê, afirandina rêxistiniyê û avakirina neteweya demokratîk wezîfeya me milîtanên azadiyê ye. Cejna Vejînê Newrozê li hemû mirovahiyê pîroz dikim û soz didin hemû hevrêyên xwe yên şehîd, ku em ê têkoşîna xwe ya 40 salan bi ser bixînin. Bi dilê xwe yê jinê em bawer in, ku nêz e tevgera azadî û demokrasiyê ya Kurdistanê di nava şert û mercên azad de xwe bigihîne Rêbertî."