Hevdîtinên heyeta jinên Êzidî ya li Bexda didomin

Hevdîtinên heyeta jinên Êzidî ya di çarçoveya nerazîbûnên li dijî peymana Bexda-Hewlêrê de ya ji bo paytexta Iraq Bexdayê didomin.

Heyeta jinên Êzidî îro li Parlementoya Iraqê bi Ahmed Kînanî re civiya. Heyetê peyama ‘Zarokên Êzidî dikarin xwe û gelê xwe biparêzin’.

Hevdîtinên heyeta jinên Êzidî ya li dijî peymana di navbera hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê ya li ser Şengalê ya bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re dewam dike. Heyeta jinan îro li parlementoya Iraqê bi Ahemt Kînanî re civiya. Heyetê bal kişand ser biryarên di çarçoveya peymanê de hatine kirin.

Heyetê got: “Biryar ji derveyî vîna civaka Êzidî hatiye girtin, ev nayê qebûlkirin. Divê hûn vê baş bizanin ku zarokên Êzidî dikarin axa xwe û gelê xwe biparêzin. Ev biryar dewama fermana 2014’an e.”

Parlementer Ahmet Kînanî jî diyar kir ku daxwazên gelê Êzidî di cih de ye û got: “Di mijara xweparastinê de bi maf in. Divê daxwazên gelê Êzidî bên bi cihanîn.”

Hevdîtinên heyeta jinan a ji 15 kesan pêk tê didome.