'Heta ku tecrîd bê rakirin, em ê li ber xwe bidin'

Jinên ji Milazgirê nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û gotin, ku bi rêya tecrîdê hewl didin gelê Kurd ceza bikin. Jinan destnîşan kirin ku heta tecrîd bê rakirin wê berxwedana wan dewam bike.

Tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Jinên ji Milazgirê gotin, "Heta ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin, em ê li ber xwe bidin. Em ê ji bo Ocalan têbikoşin. Li her derê em ê balê bikişînin ser tecrîdê."

Hamîde Keklîk destnîşan kir, ku bi rêya tecrîdê hewl didin gelê Kurd ceza bikin. Hamîde Keklîk diyar kir, ku ew Ocalan gelekî meraq dikin û got, "Tevî ku mafê agahî girtinê mafê herî xwezayî ye, me ji vî mafî bêpar dihêlin. Bi rêya tecrîdê hewl didin gelê Kurd biqedînin, lê em ti carî naqedin." Keklîk destnîşan kir, ku heta tecrîd biqede, wê li ber xwe bidin.

Fahîme Guzelyildiz jî ragihand, ku wê tecrîdê bişikînin, ti carî serî netewînin û got, "Mafê me yê herî xwezayî ye, ku Rêberê xwe meraq bikin. Ji roja ku birayê wî pê re hevdîtin kir û vir ve, tecrîda girankirî dewam dike. Ev du sal in em qet agahiyê jê nagirin û ev rewş me dixe nava tirs û fikaran. Timî bi helwestê kêfî destûr ji parêzeran re nayê dayin ku biçin dîtina wî. Em ê dev ji Rêberê xwe bernedin. Her kesên ku tecrîdê şermezar dikin dixin girtîgehê. Dewlet çiqasî dixwaze bila girtîgehan dagire, em ê ti carî ji têkoşîna xwe venegerin."

Hanim Keklîk diyar kir, bi salane bi navê tecrîdê hewl didin gelê Kurd biqedînin û got, "Em Kurd bên kuştin, bên girtin jî em naqedin. Yê ku hatiye tecrîdkirin Rêberê bi mîlyonan kesî ye. Bi tecrîdkirina Rêberê me re wê nikaribin me bikin kole. Ocalan bû dengê gelekî. Hewl didin dengê gel bi tecrîdê bêdeng bikin. Jin wê heta şikandina tecrîdê li ber xwe bidin."