Her sê şoreşgerên Kurd li Bolognayê bi rengekî girseyî hatin bîranîn

Ji bo yek ji damerînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li Bolognayê meşeke girseyî pêk hat ku bi hezaran kes tevlî bûn.

Meş bi dirûşma "Bi şoreşa Rojava re, jin jiyan azadî" hate organîzekirin û endamên Rete Kurdistan, Rete Jin, Jineolojî Îtalîa, Non ûna Dî Meno, Ya Basta û Labas, her wiha nûnerên gelek rêxistinên siyasî û civakî, sendîkayên xwendekaran tevlî bûn.

Ji bajarên Emîlî aRomagna, Modena, Parma, Fîrenze, Padova û Romayê gelek kes tevlî bûn. Meşê saet di 15:00 de li qada 20 Settembre dest pê kir.

Meşê bi dansa Las Tesîsê dest pê kir û ji Erdogan re hate gotin, "Kujer, dagirker, dîktator tu yî".

Di meşê de pankarta bi nivîsa "Eger ev jiyan a min e ji bo afirandina wê divê têbikoşim" hate hildan ku ev gotin gotina Sakîne Cansiz e. Her wiha wêneyên her sê şoreşgeran û alên YPG, YPJ û PKK'ê hatin hildan.

Jinên Îtalyayî tim û tim dirûşma "Ji çiyayên Kurdistanê heta bajarên me jin jiyan azadî" qîriyan. Li qada Maggîoreyê jî meş veguherî mîtîngê.

Piştî axaftinan çalakî bi performansa Las Tesîs û govendê bi dawî bû.