Hem dayik, hem gerîla

Hem dayik, hem gerîla

Navê xwe kir Bêrîvan û paşnavê xwe jî Hêjar. Di nav heval û gerîllayan da wek Dayika Bêrîvan tê naskirin. Dayik Bêrîvan xwedî 4 zarokan e û di temenekî mezin de beşdarî nav refên gerîlla bû. Di nav gerîla de ferî xwendin û nivîsandinê bû. Dayik û gerîlla Bêrîvan da diyarkirin ku pirsgirêkên jinên Rojhilat hevbeş in û ji bo jin ji van pirsgirêkan xwe rizgar bike pêwîst e hin xurttir tevlî têkoşînê bibe.   

Di nava çîroka gerîlla Bêrîvan an jî dayik Bêrîvan de wek dayikên civaka Kurd êş, elem, pirsgirêkên civakî û tesîrên sîstemê dagirtîne. 
Dayik Bêrîvan berî tevlî nav refên gerîlla bibe demeke kurt gerîlla dîtibûn û piştî naskirin pêş dikeve bandordibe û lêgerînên wê çêdibin. Kurê wê yê  biçûk bi navê Hêjar piştî tevlî nav refên gerîlla dibe û şûn de êdî jiyana civakî li ber çavên Bêrîvan bêwate bû. Êdî Hêjar, çiya û gerîlla di xewnên şevan de ev bi tenê nedihiştin. Paşnavê xwejî ji navê kurê xwe Hêjar digire.

HÊJAR HEM KURÊ BÊRÎVAN BÛ HEM JÎ HEVALÊ WÊ

Me Dayik Bêrîvan ku emrê wê mezin bûye, di nav liv û tevgereke mîna ya gerîllayeke ciwan di nav kar û xebatan de dît. Dayik Bêrîvan ku gotina, “Ji bo serketin û azadiya Serok Apo û gelê Kurdistan divê kes nerazeû bixebite ” anî ziman şûn de awirên wêber bi çiyayên bilinde kûr û dûr çûn. 
Hêjar ku ji gundekî girêdayî herêma Urmiye tevlî nav refên gerîlla bû, di qadê de yekemîn kesên ku tevlî nava refên gerîlla dibû. Her wiha li ber dilê DayikBêrîvan pir şîrîn bû, piştî kurê xwe Hêjar 3 sal şûn de wê tevlî nav gerîlla biba. Dayik Bêrîvan û Hêjar hem di  dozekêû têkoşînekê de hevalên hev ên  rê û çeperekê bûn hem jî di milê hestiyariyê de jî kur û dayik bûn. Ji ber vê rastiyê gerîllayan nedigotin DayikBêrîvan bi navê Berîvan Hêjar bang lê dikirin.
Çîroka dayik û gerîlla Berîvan ku beriya tevlî nav refên gerîlla bibe di nav sîstema rejîma Îranê û civaka Rojhilatê Kurdistanê de miroveke ji rêzê ûu ji sala 2007’an û şûn ve wek gerîllayekê li çiyayên Kurdistanê bi berpirsiyariyeke şoreşgerî tevdigere.
Emê çîroka gerîlla û dayik Bêrîvan a ku ji gundekî Rojhilatê Kurdistanê destpê kir û di nav gerîlla de berdewam dike biwere parve bikin.

‘DI ŞEŞ SALIYA DE KETIM NAV KARÊ XIZMETKARIYÊ’

“Li herêma Soma Biradostan li gundê Çirave hatim dunyayê.Dayika min dema ez biçûk bûm wefat kir û şûn de em derbasî milê Urmiyeyê bûn. Ji  ber ku em biçûk bûn bavêmin careke din zewicî. Hevsera bavê min a duyemîn Azerî bû. Piştî ku ew jin hat malê, bi xwe re di nava malbatêdejî nakokî anîn. Temenêmin hîn 6 sal bû jinbavamin pirr zor û zext li sermin û her sê xwîşkên min dikir. Tevî van nakokiyan jî  bavê min  di bin tesîra hevsera xwe de dima û ji zexta li ser me re bêdeng dima. Ez di malê de keça yekem bûm. 
Demek şûn de bavê min di vî temenê biçûk ez birim bajarê Xwê û wek xizmetkar ez danîm berdestê malbatekê.  Ev kar bi qasî  4-5 salan berdewamkir. Di van salan de li Îranê alozî  pirr çêbîn û di wê demê de rejîma Şah Riza Pehlewî ku têk çû  û şûn de Humeynî hat ser desthilatdariyê. 

NAKOKIYÊN CINS Û NETEWEYÎ JI MALBATÊ DEST PÊ KIRIN

Dema Humeynî bû desthilat temenêmin li derdora 10 salan bû. Derûniyamin pirr xerabibû û ez bi nexweşiyeke pirr dijwar ketim. Piştî ez nexweş ketim û şûn de malbata ku min ji van re xizmetdikir, hatin ez teslîmî malbatamin kirin. 
Piştî demeke dirêj ku ez vegeriyam malê û tevî ku min pirr karjî dikir, jinbavamin tu carî zext û zordarî li sermin kêm nedikir. Ev jineke Azerî bû û  aşkere digot, ez ji Kurdan hez nakim. Ez dikarim bêjim nakokiyên cins û neteweyî min di wê deme de jiyan. Her ku vê jinê bi nefret dujîn û heqaret ji Kurdan re dikir min digot, naxwe em gelekî cudane.  
Hebûna vê jinê tunebûna huzurê bû di malbatamede. Hertim zextliserme dikir, nedihişt derdor, cîran û xizmên herin û werin. Tevî van hemû tengezariyna jî bavêmin bêdeng dima û li me xwedî dernediket. 

REVA YEKEM JI BER DESTÊ JINA AZERÎ BÛ

Ji ber wê rastiya mala me her kesî ji derve de bi çavekî ku em li berdestê jinbavêne  lime dinihêrî û em her çar xwîşk li rê û rêbazên reva ji mal digeriyan. Ev reva ji mal bû sedem ku di temenekî biçûk de xwîşkên min bêyîdilê xwe bênzewicandin. Qederamin ji ya her sê xwîşkên min ne cuda bû. Di temenekî biçûkde zevacamin rengekî revaji malê bû. Zilamê ku ez pêre dizewicîm ji min pirr mezintir bû û min qet ev nas nedikir. Her wiha li dijî wî tu hestên min nîn bûn û min jê hez nekiribû. tevî vê  jîji malê weke amûrekê hatim derxistin. 
An şansê me bû yan jî em bûn qurbana cehaleteke mezin.Ev revame ya ji malêjî em ji zordestî, êş û elemê xelas nekiribû. Gotineke Kurdan heye tê gotin, “Ji ber baranê reviya li teyrokê rast hat” wisa li serê me herçar xwîşkan hatibû. Ji lewra  zewaca meya li ser reva ji malê  bi xwe re pirsgirêkên hîn mezitir anîbûn. 
Di nav civakê de dihat gotin, “Keçek dema zewicî û şûn de mala wê ya dawî ye” mixabin ev rastî ji bo me cihê xwe nedigirt. Ev bê şansî bibû para me herçar xwîşkan. Em her yek ji ya din xerabtir bûn. Lê yêmin ji yên xwîşkên min xerabtir bû. 

YEKÎ KUMIKREŞ JIYANA MIN ESÎR GIRTIBÛ!

Şexsiyetê ku ez pêre zewicî bûm 20 salan ji min mezintir bû û zilamekî paşverû û olperest bû. Ligel me ji van kesan re ‘kumikreş’ tê gotin. Îslamiyeta vî şexsî ne di aliyê çandî û exlaqî;berevajî di aliyê siyasî û dij-exlaqî de bû. Li jina ku pêre dijiya re mîna heram e û weke ku şeytan e dinihêrî. Ji ber vî dilê vî yê xerab çi qas diçû li ser jiyanamin zor û zext zêde dibûn. 
Hatibû rewşekewiha ku ez bibûm weke  esîrekê. Ne dihişt ez herim derveyî mal, şahiyekê û cem xizmên xwe. Ev qasî dilxerab bû ku, gava ez bêyî wîez ji mal derdiketim vê rojê misoger lêdan heqaret û dujînheya çendrojan li ser min berdevam dikir. Bi dilreşî li ser min dogma didan ferzkirin lê min jî her tim dilpaqijî diparast. Tu carî di malê de fikre min nedihat qebûlkirin, her tim zext û heqaret li min dikir.

LI ROJHILAT NAKOKİYÊN JIN HEVBEŞ IN!

Tevî ku çar zarokên min jî hatibûn dunyayê di serî de nakokiyên olî û hwd.Berdevam dikir. Çi Qas diçû ez diketim rewşeke ku îsyan bikim. Pir caran ez fikirîm ku agir berdim bedena xwe. Ev rewşa ku min jiyan ji ber gelek jinên Rojhilat dijiyan û gelekan agir  berdidan bedena xwe û jiyana xwe ji dest didan. Lewma nakokiyên jinan hevbeşin. Ji ber ku rê û rêbazên azadiyê nebûn. Pirgirêk jî ji malbat û û desthilatdariyê çavkaniya xwe digirin. Di encam de jin xwekuştinê weke rizgariya xwe dibîne.

KOMPLOYA 15’ê SIBATÊ LÊGERÎNA JINA AZAD LI GEL MIN PÊŞ XIST!

Di her mirovê/î de sînorên tehemmûlê hene. Ez ji piştî çar zarokan êdî li rêyeke xwe digeriyam ku têkiliya xwe biqedînim. Tu kes nebûpiştgiriyêbidin min, yek rê hebû. Ev jî ev bû ku ez dawî li jiyana xwe bînim. 
Ev tengezarî û lêgerîna min a bêman di sala 1999’an de dema Rêber Apo dîl hat girtin guherî. Gava li her deverê li dijî Komploya Navneteweyî serhildan û nerazîbun pêşdiketin li Rojhilatê Kurdistanê jî gel rabû ser piyan û xwepêşandan pêş dixistin. Ez mîna ku  ji xewa mirinê şiyar bibim bi têkoşîna gelê Kurd,Rêberiya wê  û asta têkoşîna jinê hisiyam. 
Piştî ez şiyar bûm ez ketim nav lêkolîn û lêgerînê. Ev hewldana min heya sala 2003’an berdewam kir. Piştî ku min hevalên gerîlla dîtin û şûnde min hêzeke mezin girt. Êdî min dizanîbû tu tişt wek berê nabe. Yên ku piştgirî dabana min êdî hebûn. Moralê min bilind bû. Rêya rizgariyê ne mirin, têkoşîn bû. Pêwîst bû ez jî di nav de cih bigirim. 

‘GERÎLLA REWŞA HERÊMAME GUHERT!’

Di salên 2004’ande dema ku gerîlla dihatin gund û diçûn êdî di rewşa gund de guhertin  çêbibûn. Hin hizbên dîtir jî berê li herêmê hebûn. Hatin û çûyîna wan jî hebû, lê gerîlla bi rabûn û rûniştina xwe bi edep û terbiyeya xwe bêhtir bala civakê dikişand, û eleqeta civakê di demek kurt de pirr zêde dibû. Her kesî behsa gerîlla,qehremanî û çanda wandikir. 
Dema ku endamên Komala dihatin gund min pirr dixwest wekî wan bibim çekdar. Lê hin tiştan di min de guman  çêdikirin. Du hevalên min ên zewicî tevlî van bibûn, lê gava min jiyana wan şopand min dît ku tu ferqa wan ji civakê nîn e, min dev ji tevlîbûne nav wan berda. Ji xwe  ev jiyana civakî me dijiya.  Lê dema min gerîlla dîtin, rabûn, rûniştin û çanda wan min dît tu şik û guman bi min re çênebûn. Min ji xwe re got ji bo rojekê jî eger mirov tevlî PKK’ê bibe û jiyana xwe ji dest jî bide ne xem e. Mirov, dizanê ku azad e xwedî çi dîrok û çandê ye.  Di dawiyê de ez xwe gihiştim vê armanca xwe. 

‘BIRYARA MIN EV BÛ KU EZ Û HER ÇAR ZAROKÊN XWE TEVLÎ GERÎLLA BIBIN!’

Piştî min gerîlla û PKK nas kir min biryar da ku ez û her çar zarokên xwe tevlî bibin. Ji ber tiştên bi serê min de hatibûn, eş û elemên min jiyabûn diviyabû zarokên min nejiyabana. Di demeke ku min dixwest wê armanca xwe pêk bînim de kurê min ê navîn Hêjar tevlî nav refên gerîlla bû. Berî Hêjar tevlî bibe gerîllayan li çiyê bi ciwanên gund re civînek çêkiribûn. Min wê şewê xewnek dît û min hîs kir ku wê Hêjar ji min qut bibe. 
Serê sibê ez çûm cem Hêjar û min jêre got, ‘Min te di xew de dît. Ez dizamin tê biçî. Her tiştên min hûn in heqê te nîn e tu min tenê bihêlî. Vî jî got ez naçim; lê îşev wê heval werin gel me, xwarinekê ji bo van amade bike.’ Min pirr israr kir ku ez bimînim, lê Hêjar got ‘Dayê mal heye tu biçe malê demeke şûnde wê heval werin malê.’ 

‘TEVLÎBÛNA HÊJAR BIRYARA MIN XURT KIR!’

Dema ku havîna 2004’an Hêjar tevlî nav refên gerîlla bû ez li nexweşxaneyê bûm. Dema ez hatim mal hemû cîranên me li hewşa me kom bibûn. Kesî tiştek ji min re negot. Çanê min li Hêjar geriyan û min pirsî, gotin, ‘Li çolê li ber mêşên hingiv e.” Min xwest herim gel mêşan lê nehiştin. Belê di dilê min de hîsek çêbibû ku Hêjar çûye. 
Çûyîna wî tenê ez aciz kiribûm. Min dixwest em her pênc bi hev re  tevlî bibin. Heya sala 2007’an ez ku  mam û şûnde min biryar da ku ez ji tevlî gerîllayan bibim. Çûyin û hatina hevalan zêde bibû. Dixwestin pirsgirêkên me bên çareserkirin. Lê ne dihatin çareserkirin. Her em nêzî hevalan dibûn û me diwxest em kar bikin alozî li mal zêde dibûn. Ji ber vê yekê min biryar da ku ez tevlî gerîlla bibim. 

XWEZÎ EZ BERÎ 20 SALAN TEVLÎ PKK BIBÛMA!

Heya demekê hevala ez diparastim û dixwestin ez herim mal nav zarokên xwe, lê min pirr israr kir û min soza xwe da û şûnde ez êdî tevlî kar bûm. Piştî ez hatim çiyê min dît ku ev qas sal min vala vala dert û kulên malê û zilam kişandiyê. Pirr caran ez dibejim xwezî ez ne dayik bûma û temenê min hin ciwan ba, û dîsa berî  20 salan tevlî bibûma ku li her derê Kurdistanê geriyabama.  
Li çiyê min quwet, fikir raman û îradeyeke xurt girt. Ez dikarim bêjim azadiya ku min li vir dît û şûnde min hîn nû xwe nas kir. Her roj jî tiştên nû fêr dibim. Piştî temenê min gihişt 50 salî di nav  gerîllayan de fêrî xwendin û nivîsandinê bûm. Ji ber vê roj bi roj hezkirina min a ji çiyayan zêde dibe. Ez piştî tevlî gerîllayan bûm, hevalan min fêrî xwendin û nivîsandinê kirin. Pirtûka min a yekem ku min xwend a Rêber Apo ya bi navê Parastina Gelekî bû. 

‘ÇIYA CIHÊ ÎRADE Û XWENASKIRINÊ YE’ 

Gava min Hêjar dît hestên weke dayikeke civakî bi min re çênebûn. Ji ber êdî ev hevalekî min ê şoreşger bû. Li mal jî ev hezkirina min a ji wan re bi wî hewayî bû û li çiyê hîn xurttir bû. Min xwe xist şûna wan dayikên ku bi salan zarokên xwe nedîtine. Ji ber vê yekê min heq di xwe de nedît ku ez hestên dayikên civakê bijîm. Ez jî yek ji wan dayikên ku di têkoşînê de berdêl dane. 
Çiya pirr guhertinan di mirov de çêdikê. Li çiya her roj mirov tiştûn nû fêr dibe. Ji ber vê yekê jî mirov bi rehetî dikare bêje çiya cihe xwenaskirinê ye, girtina îrade û têgihiştina azadiyê ye. Ez ji xwe dizanim jina ku di Kurdistanê de li mal hatibû hepskirin û nikarîbû du hevokan bînê cem hevdu, îro li serê çiyayan şoreşgeriyê dike. Mirov, li çiyayan tenê bi hêza xwe dihisê. Ev bi serê xwe şoreş e. Pêwîst e hemû jin li derdora vê îradeyê kom bibin û têkoşînê mezin bikin. 
Hevîya me ev e ku dayikên Rojhilatê Kurdistanê bigihîjin asta dayikên me yê di nava tekoşînê de ne. Divê malbat û bi taybet dayik pêşiya zarokên xwe veke. Li şûna ku di temenekî biçûk de bizewicin bila tevlî nav refên gerîlla bikin. Bi taybet ji bo ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bangawaziya min heye ku êdî nebin lîstikê sîstema Îran û cihê xwe di nav refên gerîlla da bigirin. Bila ciwan werin dîroka xwe şexsiyeta xwe û xaka xwe nas bikin. Ev erkên ên vanî dîrokî ne pêwîst e bi cih bînin. 
Demeke nû dest pê kiriye û pêwîst e jin li her qadê pêşengiya vê têkoşînê bikin. Tenê wê demê em dikarin mafê xwe bi dest bixin