Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin derket

Hejmara 221'an a rojnameya mehane ya jinê Newaya Jin bi manşeta "Ji teoriya gulê ber bi şoreşa jinê ve" derket.

Di hejmara nû de mijarên mîna têkoşîna xweparastinê, tecrîda mutleq a Îmraliyê, fermana 74’an a Şengalê, polîtîkayên AKP’ê û hevkarên wê yên li hemberî jinan, dînamîkên têkoşîna jinan a li Yemen û Brezîlyayê, huner, zanist û naveroka biyografiyê cih girtin.

LI DIJÎ WINDAKIRINA HEQÎQETÊ XWEBÛN

Yek ji nivîskarên rojnameyê Hêja Zerya ku di derbarê Teoriya Gulê de tespîtên girîng kiriye destnîşan kir ku jiyana exlaqî û estetîkî bi Teoriya Gulê tê bidest xistin. Teoriya Gulê ya ku di salên 1990'î de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye formîlekirin, mîna rêbaza têkoşîna jiyana azad e hate destnîşankirin.

Hêja Zerya anî ziman ku, windakirina heqîqetê windakirina hêza xweparastinê û civakîbûnê ye û li hemberî windakirina heqîqetê xwebûn bi bîr xist.

PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ BÛ PÊNGAVA HERÎ RADÎKAL A AZADIYÊ

Yek ji nivîskarên rojnameyê Ronahî Serhad li ser Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an gotara analîzê nivîsand. Nivîskar diyar kir ku 15’ê Tebaxê derbeya herî mezin li plana qirkirina Kurdan xistiye û bi bîr xist ku bi vê pêngavê re deriyên têkoşînê yên ku jinên Kurd hîn zêdetir rêxistin kirine vekir û zemîna yekemîn artêşbûna jin afirand.

Ronahî Serhad got, "Hemû amûrên xweparastinê rewa ne û parastina jiyanê mafê herî bingehîn ê mirovahiyê ye" û hebûna azmûna artêşbûna jinê bibîr xist. 

ROJEVA SEREKE XWESERIYA ŞENGALÊ YE

Di hejmara nû de naverokeke balkêş li ser rojeva Fermana 3’yê Tebaxê ya Şengalê cih girt.

Rojnamevan Rojbîn Deniz ku li ser dîroka Êzidî lêkolîn kir, diyar kir ku Êzidî şaneyên bingehîn ên Kurdan in. Denîz fermana 74'an bi bîr xist û destnîşan kir ku yên li dijî xweseriya Şengalê derdikevin rê li ber fermanên nû vedikin. Bi bîr xist ku PDK’ê û artêşa Iraqê di nava 9 salan de gelek provokasyon kirin û destnîşan kir ku ew ê nekaribin xweseriya Şengalê asteng bikin. 

Li ser heman rojevê Suham Şingalî diyar kir ku, divê DAÎŞ û hevkarên wê bên darizandin da ku fermanên nû dernekevin holê.

‘JI BO HESABÊ BIPIRSIM EZ DÎSA VEGERIYAM’

Rojnameyê her wiha cih da hevpeyvînek taybet li ser fermana Êzidî ya 74’an. Hêza Şengalî ku di 14 saliya xwe de di Fermana 3'yê Tebaxê de ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve dîl hate girtin û rastî her cure muameleyên nebaş hat û piştre karî xwe ji destê çeteyan rizgar bike û tevlî nava refên YJŞ'ê bû, bersiv da pirsên Newaya Jin.

LI DIJÎ TECRÎDÊ DEM DEMA SEFERBERIYÊ YE

Sîtî Jiyan Mak sedem û encamên polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê û hemû girtîgehan tê meşandin nirxand.

Mak hişyarî da û got, "Teqez divê tecrîda mutleq bê bidawîkirin” û bal kişand ser girîngiya çalakiyên girseyî yên hiqûqî, siyasî, leşkerî û demokratîk a bê navber li dijî tecrîdê. Sitî Jiyan Mak bal kişand ser şerê qirkirinê yê li ser Kurdan tê meşandin û diyar kir ku divê torên rêxistinî bên mezinkirin.

DIVÊ XETA TÊKOŞÎNÊ WERE AVAKIRIN

Ji nivîskarên rojnameyê Yurdusev Ozsokmenler pêvajoya piştî hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê nirxand, bi bîr xist ku êrîşên AKP'ê û hevkarên wê yên li ser gel roj bi roj zêde dibin. Nivîskar, nêrînên AKP’ê, Partiya Yenîden Refah û tifaqa Hûda-Parê ya li ser polîtîkayên jinan nirxand, rojeva "dibistanên keçan" nirxand.

Nivîskar, diyar kir ku wê di çarçoveya qanûna înfazê de bi deh hezaran kujer, tiryakfiroş, destdirêjên jin û zarokan bên berdan û pê re tundiya di nava civakê de zêde bibe û her wiha bal kişand ser girîngiya xeta têkoşînê ya bi xweparastinê bê meşandin. 

'BERXWEDAN EM IN Û EM BI HÊZ IN'

Munduruk ku gelê xwecihî yê Amazonê ye, bi salan e li dijî tunekirina daristana baranê ya Amazonê ku "pişika cîhanê" tê dîtin, li ber xwe didin. Yek ji pêşengên vê berxwedanê Koordînatora Komeleya Jinan a Wakaborn Marîa Leusa Kaba têkoşîna wan a li dijî mêtingerî û polîtîkayên îmhakirina ekolojîk ji Newaya Jin re nirxand.

LI YEMENÊ MAFÊ JINAN TUNE

Rojnameya ku di heman demê de li ser şerê ku li Yemenê berdewam dike û pirsgirêkên aborî û civakî yên ku afirandiye rawestiyaye, têkildarî mijarê Hîndekarê Beşa Psîkolojiyê ya Zanîngeha Te'azê ye bi Dr. Anjîla Sultan Al Mamerî re hevpeyvînek pêk anî.

JI HUNERÊ HETA BIYOGRAFIYÊ...

Di hejmara Tebaxê ya rojnameyê de; Gotara lêkolînê ya Nagîhan Akarsel a bi sernavê “Yên ku silavê didin rojê”, hevpeyvîna bi hunermenda kurd Şeyda Qewamî ya ji Rojhilat, gotara Sarya Karakoçan ‘Pedagojiya Modernîteya Demokratîk’, biyografiya şervan Budîka û femînîsta Hindî Chandra Talpade Mohanty û nivîsa Amara Harun a ‘vegera li civakbûna jinê’ cih girt.