Gerîlayên YJA Starê rênadin dagirkeran

Fermandar û gerîlayên YJA Starê, pêşengtiya hêza jin a di nava pêngava şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de nirxandin.

Di pêşengtiya gerîlayên YJA Starê de gerîlayên azadiyê li Heftanînê şer û berxwedaneke dîrokî dimeşînin. Fermandar û gerîlayên YJA Starê ruhê berxwedanê ya Cenga Heftanînê nirxandinin û gotin; ‘Bi ruhê fermandar Azîme, Heftanîn berxwe dide. Rumeta herî mezin sekna li hember dagirkeriyê ye’

‘RUHÊ HEVRÊ AZÎME LI HEFTANÎNÊ DAGIRKERÎ VALA DERXIST’

Cengawerên Cenga Heftanînê bi îradeyek ji pola li hember hêzên dagirker yên artêşa Tirk têkoşînek mezin dimeşînin. Bi qasî mezin bûna vî şerî hêrsa di nava dilê gerîlayan de jî ewqasî bilind û dijwar e.

Fermandara YJA Starê Şerda Mazlum, êrîşên dagirkeriyê ya li ser Heftanînê nirxand û got: “Çiyayên Kurdistanê ji bo gerîlatiyê guncav e. Erdnîgariya Heftanînê jî xwedan girîngiyek wiha ye. Çiyayên Heftanînê di têkoşîna me de cihekî stratejîk digre lewra mirov dikare şerê demdirêj bimeşîne. Ji ber vê dijmin êrîşên dijwar pêşdixe. Rastiya Heftanînê dijmin de tirsekî dide çêkirin. Gerîlayên azadiyê yên ku li Heftanînê şikil girtine serî natewînin, kesayetên berxwedêr in, bindestî napejirînin, kesayetên asê derdikevin. Ji ber vê dijmin her tim xwestiye axên Heftanînê dagir bike. Berxwedaniya ku di şexsê fermandar hevrê Azîme de derketiye û egîdiyê ku hatiye nîşandan ruhekî li Heftanînê daye ava kirin. Ruhê heval Azîme dagirkeriyê vala derxistiye. Berxwedaniya hevrê Azîme di gerîlatiyê jin de xwe bingehîn kiriye. Pîvanên fermandariyê di têkoşîna hevrê Azîme de derketiye holê. Ruhê hevrê Azîme di fermandariya heval Zelal û Yekbun de hîn mezintir bû. Fermandariya hevrê Viyan de hîn zêdetir di xeta Serokatî de jiyan watedar kiriye. Yên ku çiya bi wate dikin tiştên ku tên jiyan kirin û qehremanên ku têde dijî. Lewra ew rastiya jiyana me ava dikin. Kesên pîroz li ser vê axê jiyan kirine. Qehremaniyên ku di Cenga Heftanînê de derket holê asta berxwedanê hîn bilintir dike.”

‘BERXWEDANA GERÎLAYÊN YJA STAR A CENGA HEFTANÎNÊ BERXWEDANEKE MÎNEK E’

Fermandara YJA Starê Mazlum li ser îradeya jin ya di Cenga Heftanînê de ev nirxandin kir: “Çiyayê Heftanînê di têkoşîna hêzên me yên YJA Starê de jî wek çavkanî û bingeh e. Em berhema vê dîrokê ne. Em ê li ser van danehevên dîrokî, têkoşîna xwe ya îro didin meşandin. Berxwedaniya YJA Star ya Cenga Heftanînê jî berxwedanek mînak e. Her roj çalakiyên xweser pêşdikevin, di azadiyê de israr heye, lêdana dijmin de û cihê xwe neberdanê de israrekî mezin heye. Fermandariya hevrê Zelal, Nucan, Esmer, Zeryanan de berxwedaniyek dîrokî hat meşandin. Hevrê Zelal di têkoşîn û jiyana xwe de fedayî bû. Rastiya berxwedana hevrê Zelal û hevalan din de derket holê ku gerîlayên jin rênadin dagirkeran.”

‘QEBÛLKIRINA DAGIRKERIYÊ QEBÛLKIRINA BÊRÛMETIYÊ YE’

Fermandar Şerda Mazlum bal kişand ser biryardariya YJA Starê ya di têkoşîna azadiyê de û got: “Em ê heta dawî di xeta Serokatî de israr bikin û ti carî gav paşde navêjin. Dagirkirina Kurdistanê wekî dagirkirina jin digrin dest. Dagirkirina Kurdistanê dagirkirina beden û aqlê jin e. Rêya gihîştina kesayetiya jinên azad ji gerîlatiya YJA Starê derbas dibe. Cenga Heftanînê de ev rastî derket holê. Kesên ku lêgerînê azadiyê xwe de kûr dikin û têkoşîn didin divê li hember dagirkeriyê rabin. Divê serî de jin û ciwan vê dagirkeriyê qabul nekin. Dagirkerî qabul kirin bêrumetî qabul kirin e. Gerîlayên YJA Starê bi çalakiyên xwe re serkeftinê mîsoger kiriye.”

‘BERXWEEDANA JIN ENCAMA DÎROKA TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ YE’

Gerîlaya YJA Starê Çiyajîn Cifeneyî, baweriya serkeftinê ya di Cenga Heftanînê de nirxand û wiha got: “Bi berxwedana jin ve îradeyek mezin derket holê. Jin di hemû qadan de pêşengtî dike. Nasname, îrade û nêrînên cewherî ya jin gelek destkeftiyên civakî jî bi xwe re ava kir. Ji ber ku berxwedan û têkoşîna jin encama têkoşîna azadiya tevahiya jina ye. Ji ber vê Cenga Heftanîn cenga jina ye. Her kes dizane ku gerîlayên jin bi hêz û baweriya xwe têkoşîn dide. Lewra jin dii vê pêvajoyê de jin xwedî bandorekî mezin e.”

‘CENGAWERÊN HEFTANÎNÊ DI SERKETINÊ DE ISRAR IN’

Ji fermandarên Cenga Heftanînê Batufa Çekdar li ser çalakiyan jî ev nirxandin kir: “Cengawerên Cenga Heftanînê li hember dagirkeriyê têkoşîneke bêhempa dimeşînin. Bi ruhekî fedayî, hêza berxwedanê re têkoşîn û daxwaza tolhildanê di asta herî jor de ye. Coşa hevrêyan di çavê wan de diyar dibe. Bi ruhekî mezin di ser dagirkeran de diçin û heta dawî di serkeftinê de israr dikin. Yên ku axa me dagir kirine ew in, ji ber vê heta em dagirkeran tine bikin em ê têkoşîna xwe her dem mezin bikin. Ev ax axa me ye, ax jî rumet e. Em bi Cenga Heftanînê peyamekî ji hemû hêzên dagirker re didin û dibêjin; axa Kurdistanê dagir kirin ne hêsan e ji bo vê pêgav her dewam bike.”

‘RUHÊ ESMER Û ZERYAYAN CENGA HEFTANÎNÊ GEŞ KIR’

Ji fermandarên YJA Star a qada Heftanînê Hejar Zozan, têkildarî êrîşên faşîzma dewleta Tirk yên li ser hêza jin ev got: “Di vê operasyonê dagirkeriyê de dijmin herî zêde çeperên hevalên jin kir hedef û êrîşekî bi hovene pêşxistin. Lê gerîlayên jin, di xeta hevrê Zîlan de xeta fedayî esas girtin û li hember dagirkeran heta guleyên dawî bi ruhê Viyanan şer kirin. Li her derî Heftanînê hevrêyên jin bi wêrekî berxwedan, li ser dijmin de çûn. Berxwedaniya jinên milîtan asta berxwedana Cenga Heftanînê jî hîn mezintir kir. Bi ruhê hevrê Esmer, Amara û Zeryanan çûyîna ser dijmin çêdibe.

‘EM Ê TOLA HEVRÊYÊN XWE LI ERDÊ NEHÊLIN’

Gerîlaya YJA Starê Rosîda Botan jî got: “Em hêzên YJA Star li hember dagirkeriyê disekinin. Hêza ku ji felsefeya Rêber Apo digrin pir mezin e. Jin bi îradeyek ji pola tevlî vî şerî dibin. Wek hêzên YJA Starê berxwedanek mezin di vî şerî de hat meşandin. Bi îradeyek xurt, moralek mezin, bi zanist, girêdanbûn, seknekî pir xurt di vî cengê de hat raber kirin. Milê taktîk de pêşketinên mezin çêbûne. Heval bi ruhekî wiha lêdidin ku dijmin ji tirsa newêrî dakevê qadê. Em tola hevalên xwe li erdê nahêlin. Em nahêlin dijmin pêş de were. Qada Heftanînê herî zêde rengê jin li pêş de ye. Hêzên YJA Starê bênavber çalakiyên encamgir lidarxistin û derbe li dagirkeran xistin. Qada Heftanînê warê jina ye.”

‘JIN DI CENGA HEFTANÎNÊ DE PÊŞENG IN’

Gerîlaya YJA Starê Axîn Gabar bal kişand ser rola jinan a di Cenga Heftanînê de û got: “Cîhê ku jin têkoşîn dimeşîne serkeftinê jî bi xwe re ava dike. Di Cenga Heftanînê de pêşengtiya jin diyar e. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê heta dawî li hember dagirkeran têbikoşin. Hevrêyên jin di hemû branşan de bi xurtî erk digrin û serkeftinên mezin ava dikin. Em ê wek jinên pêşeng carek din hêza jin ji hemû cîhanê re bidin nîşandan.”