Gerîla Azê: Bi pûçkirina komployê mirov dibe Zîlan

Gerîlaya YJA Starê Azê Rojda di salvgera kompoloya navnetewî de ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got, ''Êdî dema wê ye ku em Rêbertiya xwe azad bikin.''

Gerîlaya YJA Starê Azê Rojda têkilî salvegera komploya navnetewî axivî û got, ''Ji dema ku Rêber Apo bi komployeke navnetewî hatî hêsîrkirin û heta niha di van 22 salan de berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê bênavber dom kiriye. Li gel hemû êrîşên navxwe û derve gerîlayên Kurdistanê ku ji têkoşîna bi paş ve gav neavêtin, li her bihosta xaka Kurdistanê têkoşîna azadiyê didomîne.''

'LI DORA RÊBERÊ ME XELEKEK JI ÊGIR ÇÊBÛ'
Gerîla Azê Rojda got,''Em her kêliya jiyanê bi Rêber Apo re dijîn'' û domand, ''Dilsoziya me ya bi Rêbertiî re hêzeke cihê dide me. Fikrên ku Rêbertiya me dayîme weke çirayê pêşiya me ronî dike. Gotina hêzên komploger, ''me gilokek ji êgir kire nav destê xwe, wê me hemûyan bişewitîne'' ji roja pêşî heta niha rastiyê datîne holê. Di dîrokê de li dora ti rêbertî ev çend mirov negihaştine hev, ji bo ti kesî bedena xwe nedane ber êgir. Lê dema ku mirov li tevgera azadiyê dinere hê komplo pêk nehatî gelek hevalên me çalakiyên fedayî kirin. Şehîd Zîlan ku komplo hê zû fêhm kirî li dijî êrîşên li ser Rêbertiya me rasterast helwesta xwe danî. Ev ji bo me rûmeteke mezin e.''

'DEMA AZADKIRINA RÊBERTÎ YE'

Gerîla Rojda bal kişande ser pêngava ''Dema azadiyê ye'' ya ku KCK'ê dayî destpêkirin û got, ''Ji bo azadiya Rêbertiya me ji gavên ku heta niha hatine avêtin û encamên ku derketine gaveke herî karîger e. Ji ber ku êdî pêvajoya azadbûna Rêbertiya me ye. Hem li Kurdistanê û hem li welatên din helwesta Kurdan û dostên wan didomin.
Gerîla Azê Rojda ku rejîma berdest xitimiye û wiha domand, ''Dema ku tên ber raya giştî xwe li derewan digirin, tê dîtin ku li nav civakê tengezariyek heye û rewş nayê qebûlkirin. Alîgirên AKP'ê jî vê dibînin. Di nav xwe de jî ji hev qut dibin, parçe dibin, ji ber ku nayê qebûlkirin. Lê piştî pêngava, ''dem dema azadiyê ye'' dijminê faşîst pê derxist ku wê çi bi xwe re bîne, operasyon dane destpêkirin. Dijmin divê zanibe ku em ê bi azweriyeke mezintir têbikoşin.  Li dijî her operasyona wan, li dijî her êrîşê em ê bi serbilindî têkoşîna xwe bidomînin.''

'TOVÊ TÊKOŞÎNÊ ŞAX DANE'

''Rejîma faşîst çi dike bila bike her kes hay ji rewşê heye. Tovên ku Rêbertiya me li axê çandin zîl dane, şax dane û bûye dareke qewîn. Em peyrevên hevrêyên xwe ku her bihosta axa xwe bi xwîna xwe av dane em ê îro jî têkoşînê bidomînin.''

Rojda axaftina xwe wiha domand: ''Di rêya şoreşê de weke çiraya ku em ji dest hev digirin berxwedaniya xwe didomînin.  Êdî li Kurdistanê kes bi gotinên wan naxape. Maraton ku li Enqerê li Bendava Çûbûkê bi komeke 6 kesî bi tespîta, ''Kurdistan mêtinger e'' dest pê kirî, îro jî hatiye rasteke wiha ku jin ji bo dahatuyeke azad têkoşîna bûneriyê bidin.''