FNÛAP: Sala 2020'an li Somalî 290 hezar keç hatin sinetkirin

Rêxistina civakî ya sivîl a bi navê Plan Înternatîonal ragihand, hejmara bûyerên sinetkirina jinan gelekî zêde bûye.

Li Somaliyê ku jin lê tên sinetkirin, di vê dema vîrûsa koronayê de ku mirov li malê tên hiştin, jin li nava malan digerin û jinan û keçan sinet dikin.

Krîza Covîd-19 li Somaliyê li pêşiya bidawîkirina sinetkirina jinê asteng e. Rêxistina civakî ya sivîl a bi navê Plan Înternatîonal ragihand, hefteyên dawî li Somaliyê sinetkirina jinan gelekî zêde bûye.

Jina bi navê Sadîa Allîn ku mexdûreke sinetkirina jinan e û bi salane li dijî vê yekê têdikoşe, diyar kir ku ew li hin jinan rast tê ku li nava malan digere û dixwaze 'xizmeta sinetkirina jinan' bidin.

Li gorî raporeke ÛNÎCEF'ê, li Somaliyê 98 ji sedî yê jinan hatine sinetkirin.

Ji bo bidawîkirina êşkenceya sinetkirina jinan rêxistinên civakî gelekî hewl didin. Lê belê di vê dema şewbê de hejmara bûyerên sinetkirinê gelekî zêde bûye. Girtina dibistanan û mayina zarokan a li malê ji aliyê dê û bavê wan ve weke firsendekê tê dîtin û dikin ku ev hovîtî li zarokên wan bê kirin.

Tevî ku sinetkirina jinan bi peymanên navneteweyî hatiye qedexekirin, li Somaliyê legal e. Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (FNÛAP) ragihand ku di sala 2020'an de 290 hezar keç hatine sinetkirin. Li hin welatên Efrîkayê sinet ji aliyê qanûnî ve hatiye qedexekirin, lewma li vê parzemînê rêjeya giştî ya sinetkirina jinê kêm dibe.