BI DÎMEN

'Fikir û ramanên Rêber Apo her roj mezin dibe'

Gerîlayên YJA Starê, der barê 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nêrîn û hestên xwe ji ajansê me re anîn ziman.

Gerîlayên YJA Starê, der barê 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nêrîn û hestên xwe ji ajansê me re anîn ziman.

Gerîlayan 4'ê Nîsanê li hemû gelan û Rêbertiya xwe pîroz kirin. Gerîlayan destnîşan kirin, ku 4'ê Nîsanê ji bo hemû gelan nûbûnek e.

MIZGÎN ŞIVAN: 4'ê Nîsan ji bo hemû gelan nûbûnek e, nûbûna jiaynê ye, herikbarîna jiyanê ye. 4'ê Nîsan ji bo me bûye ku kesek nikare wê li ser rûpelên dîroke bide winda kirin. Ev roj dilê me aram dike. Gel bi vê rojê re şa dibe. Ji ber vê yekê tecrîdê girantir dikin. Lê belê fikir û ramanên Rêber Apo di nava me û gelê me de her roj zedetir dibe. Eger îro li ser serokatiya me de tecrîdek heye ev yek ji ber tirsa ji wî ye. Em jî weke tevger û weke serokatiya xwe jî di dema xwe ya herî bi hêz de jiyan dikin. Em bawerin ku gelê me jî vê rojê bi ruhê Newrozê pêşwazî bike.

DÎCLE DOGAN: Rojbûna Serok Apo rojbûna me hemûyane. Rêber Apo mîladek ava kiriye. Di felsefeya Rêber Apo de ji bo her tiştî wateyek heye. Rêber Apo jî bernamayeke ku hemû kes dikarin pê bimeşin. Rojbûna Rêber Apo di heman demê de em weke jin jî weke rojbûna xwe dibînin.

ŞAYAN ÇIRAV: 4'ê Nîsanê ji bo me zayîneke nû ye. Ji ber ku Rêberekî weke Rêber Apo hatina wî ya dinyayê em xwe weke deyndarê vê rojê dibînin. Em ji bo wê jî pir bi şens in. Em ji bo dayika Ûweyş jî spas dikin. Pewîste ev roj em hîn bi xurtî pêşwazî bikin. Em nahêlin ku ev roj were vemirandin û tine were hesibandin. Heviya me ew e ku her salêke ku derbas dibe gelê me hîn bi heztir derbas bike.