Fermandariya YJA Starê: Em ê têkoşînê bi ser bixînin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê diyar kir, weke şoreşgerên jin bi hêza ji şehîdan digirin re ew baweriya xwe ya bi azadiyê mezin dikin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, ji bo şehîdên meha Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û di serî de pêşengên şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr anî û soza xwe dubare kir, ku ji bo bîranîna şehîdan şoreşê bi ser bixînin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ji ber lehengî û berxwedana mezin a di vê mehê de, meha Gulanê xwedî wateyeke dîrokî ye û hat gotin, "Denîz, Huseyîn, Yûsûf, Îbrahîm Kaypakkaya pêşengên şoreşa Tirkiyeyê ne û tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê hê jî li ser şopa wan têdikoşin. Hevrê Hakî Karer, Ferhat Kûrtay û Çaran, şehîdên destpêkê yên pêvajoya damezrandina partiya me ne û ji damezrînerên kevneşopiya berxwedanê ya partiyê ne.

Di nava meha Gulanê de hevrêyên me yên di dîroka Kurdistan û têkoşîna me bi erka pêşengiyê rabûn, gihîştin şehadetê. Bi wesîleya 11'ê Gulanê salvegera şehadeta hevrê Mizgîn (Gûrbet Aydin) em hemû hevrêyên xwe yên din ên di meha Gulanê de şehîd bûn bi rêzdarî bibîr tînin. Di heman demê de 9'ê Gulanê salvegera darvekirina hevrê Şîrîn Elemhûlî tevî 3 hevrêyên xwe ji aliyê rejîma Îranê ve ye. Her wiha, Leya Qasim ku di avabûna kevneşopiya berxwedanê ya jinên Kurd de xwedî wateyeke girîng e, di 13'ê Gulanê de ji aliyê rejîma Baas a Iraqê ve hate darvekirin."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, qala têkoşîn a Mizgîn (Gûrbet Aydin), Şîrîn Elemhûlî, û Leyla Qasim kir û ragihand, weke jinên şoreşger ên dane ser şopa wan, bi hêza ji şehîdan digirin, ew baweriya xwe ya bi azadiyê mezin dikin.

'EM Ê TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN'

Fermandariyê diyar kir, hêrsa wan a li dijî zîhniyeta kujer a sîstema serwer mezin dibe û destnîşan kir, ku ew soz didin wan ku heta serketin û azadiyê ew ê têkoşînê geş bikin.

Di daxuyaniyê de ragihand, ku meha Gulanê hem meha berxwedanê ye, hem jî ji bo wan meha bilindkirina têkoşînê ye û hat gotin, "Pêvajoya em di nav de ne, mîna Mizgînan, Şîrînan û Leyla Qasiman, pêvajoya mezinkirina berxwedanê ye. Komkujî, înkar û tinekirina li çar parçeyên Kurdistanê li ser gelê Kurd tê ferzkirin, bi têkoşîna li ser xeta şehîdan wê bê têkbirin û rojên azad hilên."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê destnîşan kir, ku divê jin û ciwanên Kurd li ser xeta şehîdan têkoşînê mezin bikin û diyar kir, bersiva herî watedar ji bo meha Gulanê, mezinkirina têkoşîna şoreşê li ser xeta şehîdan li çiyê, bajar û kolanan e.