Fermandariya Biryargeha YJA Starê peyama pîrozkirinê da
Fermandariya Biryargeha YJA Starê fermandar û şervanên Eyaleta Geverê yên YJA Starê ku tevlî çalakiya 27'ê Tîrmehê bûne, pîroz kir.
Fermandariya Biryargeha YJA Starê fermandar û şervanên Eyaleta Geverê yên YJA Starê ku tevlî çalakiya 27'ê Tîrmehê bûne, pîroz kir.
Daxuyaniya Biryargeha Navendî ya YJA Starê wiha ye:
"27'ê Tîrmehê li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî konvoya leşkerî ya artêşa dewleta Tirk a dagirker ku ji navçeya Geverê diçû Qereqola Warginemê hêzên me çalakiyeke serketî kirine. Bi taktîka afirandêr a gerîlayên serdema nû, bi bikaranîna zîrektî ya taktîka sabotajê wesayita leşkerî ya bi tîpa Kirpî hatiye rûxandin, bi kêmanî 6 dagirker hatine cezakirin û 10 dagirker birîndar bûne.
Ji ber vê çalakiya serketî ku we bi giyanê berz ê Apoyî û li ser xeta têkneçûyî ya YJA Starê ya jinên azad pêk aniye, di serî de gerîlayên jin ku tevlî çalakiyê bûne û hemû fermandar û şervanên eyaletê pîroz dikin.
Em hêvî dikin ku gerîlatiya jinê ya Modernîteya Demokratîk bi ked û fedakariyê pratîk bikin û çalakiyên we yên karîger û şok dikin ên li ser artêşa Tirk berdewam bin."