Fermandara YJA-Star Gulnaz Ege û 3 gerîla şehîd bûne

Hat ragihandin ku ji Fermandarên YJA-Star Gulnaz Ege û 3 gerîlayên li gel jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera HPG’ê hate parvekirin, Gulnaz Ege jî di nav de 4 gerîlayên YJA Star 29’ê Îlonê li Amedê jiyana xwe ji dest dane.

Daxuyanî wiha ye:

“Artêşa Tirk 29’ê Îlonê bi desteka blafirên keşfê yên bê mirov (ÎHA) li devera Barav û Axtikan a girêdayî devera Şehîd Ferhat a girêdayî navçeya Licê ya Amedê dest bi operasyonekê kiribûn; li qada ku 2 rojan bi dijwarî ji aliyê balafirên şer û helîkoperên Kobra ve hate bombekirin, di daxuyaniyên xwe yên berê de me dabû diyarkirin ku 4 hevrêyên me şehîd bûne.

Di encama vê bomberdûmanê de fermandara me ya di rêveberiya Eyaleta Amedê de cih digirt Hevrê Gulnaz û 3 hevrêyên din ên li gel şehîd bûne.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Gulnaz Ege
Nav û Paşnav: Nûran Er
Cihê Jidayikbûnê: Bursa
Navê Dayik - Bav: Bedîa – Polat
Cih û Dîroka Şehadetê: Amed / 30’ê Îlon 2017

Nasnav: Sarya Amed
Nav û Paşnav: Sevîm Solmuş
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Zeynep - Mûstafa
Cih û Dîroka Şehadetê: Amed / 30’ê Îlon 2017

Nasnav: Tolhildan Derwîş
Nav û Paşnav: Mujdat Taşdemîr
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik - Bav: Zahîde - Enver
Cih û Dîroka Şehadetê: Amed / 30’ê Îlon 2017

Nasnav: Çawre Amed
Nav û Paşnav: Sarya Opçîn
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Hacîre - Huseyîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Amed / 30’ê Îlon 2017

 

Hevrê Gulnaz (Nûran Ege) di sala 1973’an li Bûrsa weke zarokek malbateke Tirk tê dinê. Di sala 1992’an de têkoşîna azadiya Kurd nas dike, her wiha hevrê Gulnaza di xebatên ciwanan a YCK’ê de bi aktîf kar dike, dîtina serkeftinên şoreşgerî yên li Tirkiye û têkoşîna hevpar a gelên Tirk û Kurd hêla ku di sala 1994’an de tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bibe.

Hevrêya me Gulnaz mîlîtanekî baş a îdeolojiya jina azad a Rêber Apo, di heman demê de jî pratîkeke jêhatî ya gerîlatiyê jî nîşan daye. Hevrê Gulnaz, li hemû qadên lê mayî gelek erk û kar girtiye ser milê xwe. Li Fermandariya Akademiya APOLLO tecrûbeyên îdeolojiya jina azad a ji Rêber Apo girtî bi vê xebatên perwerdekirina gerîlayan jî kiriye. Hevrê Gulnaz li Botan, Herêmên Parastinê yên Medya û li gelek herêmên Amedê gerîlatî kiriye. Di sala 2015’an û vir ve li dijî êrîşên topyekûn yên tinekirinê yên dewleta Tirk ên li Eyaleta Amedê dida kirin bi awayekî aktîf têkoşînek mezin kiriye.

Hevrê Gulaz heta nuqteya dawî ya têkoşîna azadiyê bi erk û berpirsyartiyeke mezin û hêzekî milîtanî da pêş, weke kesayetekê wê her demê di têkoşîna azadiya gelên Tirk û Kurd de weke hevrêyek mînan bê bibîr anîn.

Hevrêya me Sarya Amed jî di sala 1993’an li Amedê ya ku her demê bi ruhê welatparêzî û serhildanê zindiye hatiye dinê. Hevrê Sarya ji zarokatiyê ve di nava malbatek welatparz de awa digire, di sala 1999’an li dijî komploya ku Rêber Apo dike hedef de bi armanca têkoşînê bike tevlî refên gerîla dibe. Hevrê Sarya ya ku jiyana xwe fedayî Rêber Apo û têkoşîna azadiya Kurd kir, li Amed, Garzanî Kelareş û Herêmên Pastinê yên Medyayê bi awayekî aktîf gerîlatî kiriye. Bûye yek ji hevrêyên me yên ku milîtaneke bi hêz a Rêber Apo di erka gerîlatiyê de derbên xurt li dijmin xistiye. Hevrêya me Sarya hêrsa tolhilînê ya li dijî dijmin herî dawî li Eyaleta Amedê di asta fermandariya tabûrê de berpirsyartiyê digire, li ser xaka ku lê hatî dinê heta nefesa xwe ya dawî şer kir.

Hevrêyên me Tolhildan û Çavrê jî di tevahî têkoşîna gerîlatiyê ya da kirin de, weke fermandaran di têkoşîna azadiyê de bi hemû xwebûna xwe, li dijî êrîşên dewleta mêtînger û faşîst di parstina gelê Kurd û nirxên wê de heta nefesa xwe ya dawî têkoşîneke mînak dan kirin.

Di kesayeta hevrêyên xwe Gulnaz, Sarya, Tolhildan û Çavrê de carekî din hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin, soza xurtkirin û bilindkirina têkokşînê nû dikin.