Ev êrîşa li ser tevgera civakî ya jinên Kurd e

Jinan diyar kirin piştevaniya bi jinên Kurd re yên ku rasterast di hedefa dewletê de ne salên 90’î dest pê kirye, ev piştevanî didome û divê zêdetir were geşkirin.

Li Kurdistanê û Tirkiyê êrîşa giran li ser jinan heye. Zêdetir jin têne kuştin, zêdetir jin hejar dibin, kedxwariya navmalê û hê gelek tiştên din..

Li gel vê zexta polîtîk a li ser jinên Kurd ên siyasetmedar didome. Kuştina Garîbe Gezer a li girtîgehê, li gel rewşa tendiristiya wê jî bernedana Aysel Tugluk, cezayê ku li Ayşe Gokan hatî birîn, mînakên dema nêz ên berbiçav in.

Tevgera jinan a Tirkiyê li dijî vê xwedî helwesteke çawa ye û divê xwedî helwesteke çawa be. Aktivîstên feminist û sosyalît bîr û boçinên xwe vegotin.

Aktivîsta femînîst Semîha Ari diyar kir yek ji hêla cihê ya tevgera jina Kurd ew e, li gel ku di nav tevgera rizgariya netewî de ye jî her wiha rizgariya jinê jî daniye ber xwe û rêxistiniyeke xweser ji bo vê armancê avakiriye û got, ‘’Bi giştî li nav têkoşîna rizgariya netewî ‘pirsa jinê’ taloqî demeke nediyar dibe. Li gel vê tevgera jina Kurd li gel hedefên xwe yên siyasî xwedî hedefa veguherîna civakî ye jî.’’

Ari bi domdarî got, ‘’Tevgera jina Kurd her wiha ji bo ku veguherî ser tevgera civakî vê têkiliya wê bi tevgera jinên Tirkiyê re geş kir. Mînak ji tevgera jinên Kurd rêxistinan bi Lijneya Stargehan, Keda Jinê, Platforma Helkefta Îstîhdamê, Kadinlar Birlikte Guçlu, bû pêkhateyek ji van. Li derveyî vê Helkefta Jinan a Ji bo Aştiyê û Meclîsa Azadiya Jinan li ser pirsa Kurd, aştî û mijarên müzakereye hem bi fem^niîstan re û hem bi rêixstinên curbecur re tifaq danî.’’

Ari wiha domand: ‘’Tevgera jina Kurd bêhtir salên 90’î bi tevgerên femînîst re têkilî danî, lê danûstandin û xebatên hevpar salên 2000’î, nexasim piştî ku Tevgera Jina Azad a Demokatîk ava bû, xurtir bû.’’

Ari bi berdewamî diyar kir piştevanî niha jî didome, jinên femînîst li dijî qeyûman, li dijî girtina rêxistinên jinan û êrîşên li ser siyasetmedarên Kurd ên jin jî helwesta xwe nîşan didin, bal kişande ser doza arizandina Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak, Ayşe Gokkan û got, bi komî tevlî darizandinan dibin.

Li gorî Arî ya ku gotî, ‘’Jinên Kurd, xasma jî siyasetmedarên jin ên Kurd her demê di hedefa dewletê de ne. Ji ber ku em behsa şerekî domdar û pirsa Kurd a ku nehatiye çareserkirin dikin’’, êrîşa dewletê ya li sertevgera jina Kurd, pirsgirêka hemû rêxistinên jin û femînîstên li Tirkiyê û  Kurdistanê ye.

Ari herî dawî bal kişande ser êrîşên li ser jinan û got, ‘’Li ber van êrîşên giştî zêdetir hewceyî pê heye ku piştevanî û hevrêtî were geşkirin.’’

Aktivîsta Yenî Demokrat Kadinê Dîren Ata jî got dewletê, ‘’Polîtîkaya êşkence û qetikirinê ya liser jinên Kur di serî de li girtîgehan berfireh kiriye. Cezayê ku li Ayşe Gokkan, Çîlem Dogan hatî birin, rewşa Aysel Tugluk û herî dawî Garîbe Gezer a ku li girtîgehê hatî qetilkrin, vê rewşê bi rengekî berbiçav datîne holê.’’

Ataş bi domdarî got, ‘’Li dijî van tiştên ku me jimartî ji têkoşîna rêxistinî û bi sînornenasiya piştevaniya jinê pê ve ti vebijêrka me nîne.’’ Ataş bal kişande ser giringiya piştevaniya jinan û got, ‘’Serdegirtina polîsan a li ser Kadinlar Birlikte Guçlu a li Enqerê, çalakiyên ku ji bo Aysel Tugluk û Garîbe Gezer lig elek deverên Tirkiyê hatin kirin, nîşan dide ku piştevaniya jinê heye. Bi vê maneyê, divê em dirûşma, ‘’Ne tenê li meydanan li girtîgehan jî em dev ji hev naqerin’’ zêdetir geş bikin.’’