Erzîncan: Sala 2017'an jin ji gelek aliyan ve bi pêş ve çûn

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan: Sala 2018'an wê di têkoşîna azadiya Rêbertî, jinan, gelê me û gelan de bibe saleke gelekî girîng, dîrokî û diyarkirina çarenûsê.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan sala 2017'an nirxand û anî ziman ku 2017, li Rojhilata Navîn û cîhanê ji bo jinên Kurd bû saleke dijwar û geşkirina têkoşîna berxwedan û azadiyê. Erzîncan destnîşan kirin ku jinan bi hişmendiyeke xurt û kûr, bi briyardarî û îdîayeke mezin bersiv dan êrîşên hêzên dewletparêz û serdestiya mêr.

Erzîncan got, "2017 bû saleke ku jin, bi taybetî jinên Kurd ji aliyê leşkerî, siyasî û civakî ve gelekî bi pêş ketin. Jinan li her cihî pêşengî ji kampanyayên azadî, tenduristî û ewlekariya Rêberê me re kirin."

Erzîncan diyar kir ku fêhmkirina rastiyê û nîşandana sekneke li gorî vê her tim mirov xurt kiriye û wiha dewam kir: "Jinên Tirkiyeyî; Kurd, Tirk, Ermenî; Suryanî, Elewî di vê pêvajoyê de bi rengekî cidî li ber xwe dan û nasnameya xwe ya azad parastin. Li Rojava, gavên şoreşa jinê yên vê demê ji bo tevahiya jinên li cîhanê bû hêvî. Serketina Reqayê ya bi pêşengiya jinan li dijî DAÎŞ'ê hate bidestxistin, bi rengekî bi heybet li rûpelên dîroka Rojhilata Navîn û Cîhanê hate nivîsandin. Lewma pêşengiya jinên Kurd ji aliyê tevahiya cîhanê ve hate qebûlkirin. Wekî din di dîplomasiya Rojava de jinên Kurd bi roleke stratejîk rabûn.

Sîstema hevserokatiyê ji komunan dest pê kir û bi kûrahî bi pêş ve hate birin. Jinên Ereb di asteke xurt de tevlî bûn. Bi kurtasî li Rojava li ser bingeha projeya neteweya demokratîk, li aliyê jinan pêşketinên girîng hene."

Erzîncan işaret bi Şengalê jî kir û anî ziman ku li Şengalê meclîsên jinan û artêşbûna jinên Êzidî pêk hat. Erzîncan got, li Rojhilatê Kurdistanê jî hişyarbûn û zanebûneke mezin a jinan rû da."

Di dewama axaftina xwe de Erzîncan anî ziman ku li Ewropayê jî meclîsbûnan jinan, dîplomasiya jinan û çalakiyên azadiyê yên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin ku jin di asta pêşengiyê de rolê bilîzin û got, "Zanistiya Jineolojiyê bi lez li cîhanê belav dibe. Jinên Kurd 9'ê Tîrmehê ji bo kongreya neteweyî komîteya amadekariyê ava kirin. Bi Civata Giştî ya KJK'ê re biryarên girîng ber bi sîstembûna jinê ve hatin dayin. Bi hezaran jin tevlî nava refên azadiyê bûn. Di şerê xweparastinê de asteeke girîng a fermandariya jinê bi dest ket. Meşa 25'ê Mijdarê ya li Stenbolê bi heybet bû. Rol û mîsyona pêşengiyê ya jinên Kurd di asta îdîayê de bi pêş ket. Ji aliyê giştî ve jinên Kurd li gelemperiya cîhanê xwe gihandin asteke pêşengiyê ku tê qebûlkirin."

Ji bo sala 2018'an jî Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got, "Sala 2018'an wê di têkoşîna azadiya Rêbertî, jinan, gelê me û gelan de bibe saleke gelekî girîng, dîrokî û diyarkirina çarenûsê. Weke jinên Kurd em bi biryar in ku berxwedan û pêngavên xwe yên azadiyê li her aliyên cîhanê geş bikin. Jinên Kurd bi biryar in ku di warê pêşvebirina xweparastin û rêxistinbûnê de, ji aliyê mezinbûna îdeolojîk, fikrî û jiyanî ve gavên dîrokî biavêjin. Di nava nêrîn û sîstema Rêber Apo de me gelek pêşketin bi dest xist. Em hîn bû ku bi nêrîna jinê, bi îdeolojiya rizgariya jinê, bi nêrîna azadiya jinê il jiyanê binerin. Ji ber vê yekê nêzîkatiyên faşîzmê yên ku jinê dikin milk û dest li jiyana jinê werdidin wê ti carî neyên qebûlkirin. Faşîzm jiyaneke bê rûmet li ser Kurdan, li ser jinan ferz dike. Hewl dide bi polîtîkayên qirkirinê encmaê bigire. Dixwaze rastiyeke azadiyê ya gel ku xwedî bi hezaran şehîdan e, biqedîne. Di vir de wê bi ser nekeve."

Erzîncan denstîşan kir ku têkoşîn û ruhê azadiyê yê bê navber wê di vê demê de hê bi xurtî were nîşandan.