Erdogan: Peyman wê xizmeta ewlekarî û aştiya Sûriyeyê bike

Serokkomarê Tirkiyeyê yê AKP’î Erdogan diyar kir ku peymana di navbera rêveberiya Şamê û Rêveberiya Xweser de hatiye îmzekirin, wê xizmetê ji ewlekarî û aştiya Sûriyeyê re bike.

Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Fitara Biratiyê ya bi Filistîniyan re ya li Salona Pêşangehê ya Millet a Beştepeyê hat lidarxistin, bû.

Erdogan cara ewil li ser peymana ku di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara de hatiye îmzekirin, axivî û got, “Pêwîst e ev peymana ku hatiye îmzekirin bê kêmanî bê bicihanîn. Weke Ereb, Tirk û Kurd heta ku em biratiya xwe bilind bikin, em dikarin hemû lîstikan xera bikin û pêşeroja xwe misoger bikin. Divê em ji bîr nekin ku ji bilî rêzgirtina ji hesasiyetên hevdû re ti rêyeke din tune ye.”

Erdogan anî ziman ku pêkanîna bê kêmanî ya peymanê wê xizmeta ewlekarî û aştiya Sûriyeyê bike û got,“Serketiyên vê wê hemû birayên me yên Sûriyeyê bin. Em girîngiyeke mezin didin xurtkirina yekîtî û hevgirtina Sûriyeyê.”