'Em ê dawî li dagirkeriyê bînin, Sûriyeya demokratîk ava bikin'

Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd li kongreya 8'emîn a Kongreya Star axivî û got, "Em ê dawî li dagirkeriyê bînin. Em ê Sûriyeyeke azad û demokratîk ava bikin."

Kongreya 8'emîn a Kongreya Star bi beşdariya 300 delegeyî li navçeya Rimêlanê ya Qamişloyê dewam dike.

Kongre bi dirûşma "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan dagirkeriyê bi dawî bikin, şoreşa jinê bi pêş ve bibin" tê lidarxistin û axaftina destpêkê ji aliyê berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd ve hate kirin.

Evîn Siwêd pêşwaziya hemû jinên ku ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, paytexta Sûriyê Şamê, mêvanên ji Başûrê Kurdistanê, nûnerên partî û hêzên siyasî û Rêveberiya Xweser, endamên Kongreya Star û şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) kir û wiha got: "Jin bi saya fedakariyên jinan û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin yek, gihîştin vê astê. Em berxwedana jinan li dijî dagirkeriyê silav dikin."

Evîn Siwêd işaret bi aloziya Sûriyeyê kir ku roj bi roj kûrtir dibe û wiha got: "Jin û zarok qurbaniyên vê hegemonyayê bûn. Jin bûn hedefa kuştin, koçberî, tecawizkirin û zewicandina di temenê biçûk de. Ne tenê jin û zarok, lê belê aliyên şerê Sûriyeyê destdirêjî li hemû zindiyên xwezayî û binesazî kirin"

Evîn wiha axaftina xwe domand: "Jin bi têkoşîn û berxwedana xwe neketin bin serweriya desthilatê û hêzên hegemon ên Sûriyeyê. Bi yekitiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemû siyasetên zilmê û êşên ku ji ber dagirkeriya Tirk hatine kişandin, hatin bersivdayîn û destketiyên mezin hatin bidesxistin."

'JI VÊ DERÊ EM PIŞTIGIRIYA XWE JI JINÊN ŞENGALÊ RE NÎŞAN DIDIN'

Girêdayî siyasetên li Başûrê Kurdistanê, Evîn Siwêd wiha got: "Dîrok xwe dubare dike. Dewleta Osmanî gelê Ermen qir kir, îro jî heman qirkirina siyasî li dijî gelê Kurd ê Bakurê Kurdisanê dubare dikin û jin, siyasetmedar, sivîl û rojnamevanan destgîr dikin."

Evîn Siwêd wiha domand: "Li Başûrê Kurdistanê jî jin rastî zilmê tên, lê belê serê xwe natewînin. Me gelek xwepêşandanên jinan ku banga mafên xwe yên rewa dikin, dîtin. Li Şengalê sala 2014'an, destdirêjî, êşkence li jinên Êzidî hatin kirin, hatin firotin, hatin kuştin. Piştre artêşeke jinên êzidî hate avakirin da ku xwe ji pencên DAIŞ'ê rizgar bikin. Lê belê em îro dibînin ku bûyerên qirkirina gelê Şengalê bi plan û siyasetên hikumetên Bexda û Hewlêrê, dubare dibin. Ji lewra, ji vê derê em piştgiriya Şengalê û jinên Êzidî dikin."

'JI BO BIDAWÎKIRINA TUNDÎ Û DAGIRKERIYÊ DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN'

Berdevka Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd her wiha berxwedana Heftanînê silav kir û wiha lê zêde kir: "Bi yekitiya jinan em ê siyasetên dijberî gel û xaka me têk bibin û Sûriyeyeke azad û demokratîk ava bikin."

Evîn di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku biryarên girîng ji kongreya 8'emîn a Kongreya Star derkevin û wiha tekez kir: "Ji bo bidawîkirina tundî û şerê li dijî jinan û parastina jinan ji hemû dijminan, divê jin têkoşîna xwe bilind bikin."