‘Em ê berxwedana hevrê Zîlan bi ‘Xwebûnê’ mezin bikin’

Koordînasyona Jinên Ciwan ên Azad ku bi boneya 21’emîn salvegara çalakiya fedaî ya Zeynep Kinacî daxuyaniyek nivîskî da, bang li jinên ciwan kir ku bi ‘Xwebûnê’ xwedî li mîrasê Zeyneb Kinacî derbikevin.

Koordînasyona Jinên Ciwan ên Azad a bang li hemû jinan kir ku bi ‘Xwebûnê’ xwedî li mîrasê Zeynep Kinacî derkevin û banga beşdariya xurt li 13’emîn Festîvala Jinan a Zîlan ku 1’ê Tîrmehê li Elmanyayê bê lidarxistin, kir.

‘EM Ê DI XETA ŞEHÎD ZÎLAN DE BIMEŞIN’

Di daxuyaniya tê de hate diyarkirin Kinacî bi çalakiya xwe ya fedaî pêşî li komployên dixwestin li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin asteng kir, şêwazekî şerê fedaî yê jinê derxist pêş û ev agahî hate dayîn: “Şehîd Zîlan a ku bi çalakiya xwe bû xudawend û gavên nû avêt, 30’ê Hezîranê li Dersimê di nava dijmin de çalakiya fedaî pêk anî, hewldanên tesfiyekirina Rêbertiya partiyê vala derxist.

Di Şerê Cîhanê yê Siyemîn em nav de, hişmendiya serwer a dewletê tim jin kirine hedefa xwe. Mînaka vê ya herî şênber jî di berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê Fatma Ûyar, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Asya Yuksel ên ji aliyê dewleta Tirk ve bi awayekî zanbûn hatin hedefkirin û ji aliyê çeteyên AKP’ê ve hate qetilkirin.

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku xwedî heman hişmendiya çeteyên faşîst ên TC’ê, li hemberî jinan bi heman rêbazê bi kar tîne û şerekî hov û qirêj birêve dibe. Îro li dijî vê şerê qirêj û hov ê ku bi hezaran jinên Êzidî revandin û li sûkan difiroşin, Tevgera Jina Azad a li ser xeta Şehîd Zîlan hatî avakirin, berxwedanekî bi heybet dike û her cihê DAIŞ’ lê ne dişkînin.

Em bang li hemû jinên ciwan dikin ku li dijî pêkanînê çeteyên DAIŞ’ê û yên mîna wê li ser xeta Şehîd Zîlan têkoşîn bikin, xwedî li tevgera me ya ku berxwedanê xurt dike, derbikevin, li ser xeta Şehîd Zîlan bimeşin û beşdarî berxwedanê bibin.”

Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser hevaltiya Kinaci ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha hate gotin: “Şehîd Zîlan a ku îsbat kir ku hevalê herî rast ê Rêber Apo ye, rêbazên hevaltiyê diyar kir. Bang li hemû jinên ciwan ên ku rêbazên Şehîd Zîlan esas digirin dikin ku bi Rêber Apo re bibin hevalên rast û ji bo azadiya Rêbertiyê bikevin nava hewldanên mezin.”

“DI 13. FESTÎVALA JINAN A ZÎLAN DE, XWEDÎ LI MÎRASÊ WÊ DERBIKEVIN”

Dîsa Koordînasyona Jinên Ciwan ên Azad, bang kir ku di 13. Festîvala Jinan a Zîlan ku wê 1’ê Tîrmehê li Elmanyayê bê lidarxistin bi coşekî mezin beşdar bibûn û bi Xwebûnê berxwedanê mezin bikin. Koordînasyonê diyar kir ku di nava her şert û mercan de wê xwedî li mîrasê Şehîd Zîlan derbikevin.”