'Em ê armancên hevrêyên xwe Nalîn û Hêlîn bi cih bînin'

Koordînasyona PAJK'ê, endamên Konseya Leşkerî ya YJA Starê Nalîn Mûş û Hêlîn Mûrat ên di êrîşa balafirên şer de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn.

Di daxuyaniya PAJK'ê de Nalîn Mûş û Hêlîn Mûrat bi rêzdarî û minetdarî hatin bîranîn û bal hate kişandin ser têkoşîna wan.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Tevgera me ya azadiyê, bi dayina berdêlên azadiyê xwe gihandiye serdema heyî. Berdêlên bi vê felsefeyê hatin dayin, bûn wesîle ji azadiyê re. Di şexsê Besê Anûş, Bêrîtan, Zîlan, Viyan, Şîlan û Sarayan de, ev şervaniya azadiyê ya têk naçe, ji hemû jinên herêmê û cîhanê bi taybetî ji jinên Kurd re bûye îlham.

Tevgera me, di şexsê hevrêyên me Nalîn û Hêlîn de bûye tevgera jinên cîhanê, ku li gelemperiya cîhanê li dijî faşîzmê, rejîma şexsekî, mejiyê mêr û faşîzma DAIŞ'ê hemû zincîr qetandiye û ber bi azadiyê ve diçe. Bêguman jinên têkoşer di herikîna dîrokê de serî li ber zalim û serdestan rakirin; aliyê paqij ê dîroka hatiye gemarîkirin parastine û weke jinên têkoşerên azadiyê navê xwe li dîrokê neqişandine. Hevrêyên me Nalîn û Hêlîn jî, ku li ser şopa Rêber Apo ya ronî meşiyan, ev mîrateya dîrokî di şexsê xwe de afirandin, di şervaniyê de, di hişmendiya azadiya jinê de, di zanebûnê de, di hezkirina xwezayê de, di jiyana bi rengê şoreşgerî de, bûn yekûn. Van hevrêyên me, li her bihosta çiyayên Kurdistanê îspat kirin ku jiyaneke têkoşer û watedar pêkan e. Paradîgmaya û îdeolojiya rizgariya jinê re fêhm kirin, li Kurdistan, herêmê û cîhanê belav kirin û têkoşîn û xeta berxwedanê ya şehîdên me weke rêya azadiyê dîtin."

PAJK'ê destnîşan kir, ku hevrêyên wan Nalîn Mûş û Hêlîn Mûrat, kevneşopiya berxwedanê li ser şopa şehîdan dewam kirine û got, "Hevala me Nalîn, mejî û hestê jinê di kesayetiya xwe de şênber kir; bi taybetmendiyên xwe yên zindî û dilnizm, yek ji fermandarên jinê yên pêşeng bû, ku her tim li ser rêya mafdariyê bû. Bi kesayetî, welatparêzî û taybetmendiyên xwe yên neteweyî di dilê her kesî de cih girt. Salên xwe yên têkoşînê li qadên leşkerî, siyasî û civakî derbas kir, di nava rêveberiya partiya me PAJK'ê de cih girt û di partîbûna jinê de kedeke mezin da.

Hevrêya me Hêlîn Mûrat, li her bihosta çiyayên Kurdistanê bi doktirîna jiyanê xwe afirand, xwezaya jinê veguherand cewhera kesayetiya xwe. Hezkirina wê ya ji ax û welêt bal kişand û bi taybetmendiyên xwe yên zana, çanda xwedawendiyê dewam kir. Tevî taybetmendiyên xwe yên şervanî, fermandarî û têkoşeriyê, bi pênûsa xwe li dijî aqlê mêr, faşîzmê û her şêwe dijminatiya li jinê têkoşiya. Taybetmendiyên wê yên şoreşgerî û bi bawer, encama partîbûnê di kesayetiya wê de bû. Bi taybetmendiyên xwe yên pir alî hevrê Hêlîn endama Meclîsa PAJK'ê bû. Nasnameya PAJK'ê li her qada jiyanê temsîl kir û hişmendiya azadiyê da hemû hevrêyên ciwan.

Weke Tevgera Azadiya Jinê, ji ber şehadeta van hevrêyên xwe em bi hêrs in. Heta ku armanc û xeyalên van hevrêyên xwe, paradîgmaya jinê pêk bînin, di têkoşînê de wê sekin li me nebe. Di serî de ji malbata wan, em ji hemû gelê me yê welatparêz, şervanên rastiyê û hemû hevrêyan re sersaxiyê dixwazin. Di şexsê hevrê Nalîn û Hêlîn de em soza xwe dubare dikin ku em ê bihara gelan, bihara jinan diyarî Rêberê xwe bikin."