“Em dizanin ku çi dixwazin”

Li Swîsreyê merasîma ji bo nasandina pirtûka “Em dizanin ku çi dixwazin” didome. Edîtorên ku pirtûk amade kirinî gotin, “Şoreşa Rojava li ser me bandorek mezin çêkir.”

Merasîma nasandina pirtûka “Em dizanin ku çi dixwazin” ku ji aliyê Koma Edîtor a femînîst ya bi navê “Gemeînsam Kampfen- Bi Hevre Têkoşîn” ve di encama ezmûnên dema di navbera salên 2018-2019’an li Rojava bûn de amade kirinî, li Swîsreyê didome.

Merasîma nasandinê ya ji aliyê Komîteya Rojava li Swîsreyê hatî organîzekirin, starta xwe ya li Swîsreyê di 17’ê Tebaxê li bajarê Baselê da destpêkirin. Piştî bajarên Lûzern, Zurîh û Bernê, pirtûka “Em dizanin ku çi dixwazin” îro roja Şemiyê li Solothûrnê hat ber destê xwendevanê xwe.

Di merasîma danasînê de wê slayt û sînevîzyona ku ezmûnên edîtoran vedibêje bi şeklê panelê were nîşan dan. Merasîma li Swîsreyê wê di 8’emîn Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz ya wê 22’ê Tebaxê were lidarxistin bidawî bibe.

Ji endamên koma edîtor ên femînîst Amara got, “Bandora paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li dora azadîxwaziya jinê ya li ser me çêkirî kir ku em bikevin nava hewldanên ji bo pratîzekirina fikrê afirandina civekeî ku hemû nasname tê de azad bûne, lewma sala 2018’an wek enternasyonalîstan em ji Elmanya derbasê Rojava bûn.”

‘ME XWEST EM ŞOREŞÊ BICERIBÎNIN’

Amara anî ziman: “Sedemê bingehîn ya bûyîna me li Rojava, ceribandina şoreşa Rojava ya li dora paradîgmaya jiyana ekolojîk û azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû.

Li wir me bi qasê 2 salan fersend dît ku em modela jiyana ekolojîk û ya jiyana jin û azadiya wê esas digire biceribînin.

Di dawiya 2 salên em li wir bûn de di encama xebata em 14 jinên bi nasnameyên cuda de ku 6 mehan ajot me koma edîtor ya Bi Hevre Têkoşîn ava kir.

Di encama xebatên me yên li ser bingehê veguhastin û belavkirina modela konfedralîzma demokratîk ya xwe dispêre esasên demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ji bo Ewropya pirtûka “Em dizanin ku çi dixwazin” derket holê.”

‘LI SER ME BANDEREK MEZIN AFIRAND’

Amara destnişan kir ku afirandina modela xwe dispêre rêveberiya cewherî ya li herêmê ku piştî ku jina Kurd di şoreşa Rojava de rolê pêşengiyê girtî li ser wan bandorek mezin çêkiriye û got, “Me modelekî demokrasî ya xwe dispêre azadiya zayendî, ekolojîk û pêkhateyê ku hatî afirandin kir pirtûk û xwest ku ceribandin û analîzên tevgera jina Kurd bi hevpeyvîn û belgeyan ve têkoşîna femînîstên Elmanya yan jî Ewropayê re bikin yek.”

Her wiha Amara ragihand, “Bi avêtina gavan ya di rêya azadkirina civakê de me xwest bibînin bê ka em bi xwe dikarin kîjan projeyan bi rengekî sudmend pêk bînin.” Amara wiha pêde çû:

“Ji bo ku em xwe bihêz bikin, ji bo ku xwe li gorî şertên dîrokî û yên îroyî zana bikin û ji bo ku di aliyê fikrî û fîzîkî de em xwe bi parastina cewherî li hemberî êrişan biparêzin û ji bo ku bi xwe bibin xwediyê biryara jiyana xwe me pêwîstî bi ceribandinek wiha dît.

Bi vê armancê merasîma danasînê ji bo pirtûka “Em dizanin ku çi dixwazin” tê lidarxistin.”