Dozger cezayê ‘muebeta girankirî’ ji Çîçek Kobanê re xwest

Çeteyên tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê di 9’ê Cotmeha 2019’an de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kiribûn. Di van êrîşan de Çîçek Kobanê piştî ku hatibû destgîrkirin hatibû girtin. Di rûniştina 3’emîn de dozger cezayê ‘muebeta girankirî’ xwest.

Tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê tevî komên çeteyan di 9’ê Cotmeha 2019’an de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kiribû. Di van êrîşan de li gundê Mişrefa ya Eyn Îsayê di 21’ê Cotmehê de Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) hatibû dîlgirtin û piştre hatibû girtin. Rûniştina 3’emîn a doza wê li Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ya 5’emîn hate kirin.

Di rûniştinê de Çîçek Kobanê bi rêya wergêr parastina xwe da û diyar kir ku ew şervana YPJ’ê ye, neketiye nav şerên çekdarî û piştî hatiye girtin gule bera pêyên wê dane.

Dozger cezayê ‘muebeta girankirî’ li Çîçek Kobanê birî û parêzer ji bo parastinê dem xwest.

Piştî navberê heyeta dadgehê diyar kir ku bila Çîçek Kobanê neyê berdan û rûniştina biryarê taloqî 24’ê Mijdarê kir.