HEVPEYVÎN

Dogu: Divê jin ji bo pêvajoya çareseriyê tevkariyê bikin

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogu got, "Misogerkirina hebûna jin li navenda pêvajoya civakî, di avakirina aştiyê de pêngaveke krîtîk e. Xwedîderketina jinan a li vê pêvajoyê, meseleyek a hebûnê ye."

ÇÎGDEM DOGU

Çîgdem Dogu, da xuyakirin ku di navbera çareseriya pirsgirêka Kurd û çareseriya pirsgirêka jinê de hevgirtîbûneke yekser heye û got, "Çareserî çiqas civakî bibe, wê ewqas mayîndetir bibe. Eger jin îqna bibin û aştiyê bikin, wê tevahiya civak aştî pêk bînin. Hêvî di îrade û têkoşîna jinê ya rêxistinbûyî de ye" û anî ziman ku divê ji her qada jiyanê jin li hev bicivin û perspektîfeke jinê ava bikin.

Dogu, da zanîn ku li Sûriyeyê pêşketina têkoşîn û vîna jinê gelek girîng e û got ji bo vê jî tevgereke jinan a ku tifaqan jî derbas dike û yekrengiyê pêk tîne pêwîst e. Dogu, diyar kir ku ji kîjan gel, ol û mezheb dibe bila bibe, divê jin tecrûbeyên xwe bi hev re parve bikin û têkoşîna hevpar xurt bikin. Dogu, destnîşan kir ku divê jin siberoja Sûriyeyê diyar bikin, modela Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemû Sûriyê belav bibe û şoreşa jinê bibe malê tevahiya Sûriyeyê. Dogu, got ku demokratîkbûna Sûriyeyê ancex bi vê yekê dikare pêk were.

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogu, li ser avakirina Sûriyeya nû û rola jinê ya di pêvajoya çareseriyê de ku Rêber Apo dixwaze pêş bixe ji Medya Haber TV’yê re nirxandin kir.

Dogu, pêvajoya dîrokî ya ku ji aliyê Rêber Apo ve di sedsala 21’an de ji bo Tirkiyeke nû, demokratîk û azad hatiye destpêkirin, silav kir û got ku ev pêvajo di nava rojeva raya giştî, Tirkiyeyê, çapemeniya cîhanê û derdorên siyasî de ciheke berfireh girtiye.

Dogu, anî ziman ku pirsgirêka Kurd bi taybetî piştî avabûna komara Tirkiyeyê ev 100 sal e li ser polîtîkayên înkar û qirkirina Kurdan dewam dike û got, “Ev pêvajoya 100 salî di nav xwe de di gelek qonaxan de derbas bûye. Rêbertiyê me vê pêvajoyê li gorî wê digire dest. Paşxaneya wê ya dîrokî û geşedanên heyî ketine ser hev û ev pêvajo veguheriye pêvajoyeke ku krîzan berhev dike û kûrtir dike. Ji ber vê yekê, hem pirsgirêka Kurd hem jî pirsgirêkên giştî yên li Rojhilata Navîn gelekî tevlîhev bûne. Ji bilî van rastiyên dîrokî û heyî, pêwîst e rastiya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li ber çavan bê girtin.

Mijara ku dixwazim balê bikişînim ser ev e: Ev pirsgirêk hema tenê bi gotina ‘min çareser kir’ çareser nabe. Bi rastî jî mijareke ku divê bi baldariyeke mezin, cidiyet, berpirsyarî, hevgirtî û ya herî girîng jî divê bi paradîgmayeke diyarker were çareserkirin. Em dizanin ku Rêbertiya me ji destpêka salên 90'î û vir ve bi vê mijarê re mijûl dibe. Wê demê Rêber Apo diyar kiribû ku ew ji bo çareseriyê li muxatab digere û di hevdîtinên dawî de jî got ku 'Ez hê jî li heman cihê me' daxwaza xwe ya çareserî û aştiyê tîne ziman û behsa muxatabek dike. Çareseriya pirsgirêka Kurd wê her tiştî çareser bike? Dibe ku ji sedî sed her tiştî çareser neke, lê belê di warê avakirina hawireke demokratîkbûyînê de wê bibe gaveke mezin û wê gelek pirsgirêkan heta asteke mezin çareser bike.”

Dogu, destnîşan kir ku li hemberî berxwedan û serhildana Kurdan bi demê re polîtîkayeke sîstematik a înkar û îmhayê hatiye pêş xistin û wiha dom kir: “Vê pêvajoyê şeklê dewletê yê taybet afirand. Ev polîtîka bi awayekî sabît û dogmatîze hat meşandin û bû polîtîkayeke ku nayê guhertin. Heman polîtîka niha jî dewam dike. AKP'ê her çend îdîa kir ku dema were ser desthilatdariyê wê van polîtîkayan biguherîne jî, berovajî kûrtir kir.

Mînak li her devera Tirkiyeyê jin tên kuştin, rastî tundiyê û êrîşên zayendî tên. Jin di hemû qadên jiyanê de tên istîsmarkirin. Bi awayekî azad fikrandin bi temamî ji holê hat rakirin, kes nikare fikrên xwe bi awayekî azad îfade bike. Hinek lêgerîn û axaftin cuda bên kirin, yekser tên girtin. Serokê partiyan jî di nav de gelek kes li girtîgehan tên ragirtin. Rojnamevan ji ber nêrîn û xebatên xwe yê pîşeyî tên girtin. Li Tirkiyeyê berê jî zext li ser rojnamevanan hebû, îro jî zêde bûye. Hunermend, akademîsyen û rewşenbîr rastî heman zextan tên. Hemwelatîyên ji rêzê, di îtirazeke herî biçûk da jî bi zordariyê ra rû bi rû dimînin. Karker, kesên teqawîtbûyî, xwendekar û hemû beşên civakê ji ber nerazîbûneke herî biçûk jî, bi girtin, bêkarî yan jî êşkenceyê re rû bi rû dimînin.

LI HOLÊ TEROREKE MEZIN A DEWLETÊ HEYE, DIVÊ ZEMÎNEKE BÊŞÎDET BÊ AVAKIRIN

Heman pêkanîn li derveyî sînorên Tirkiyeyê jî dewam dikin. Di nava sê rojên dawî de di êrîşên li hemberî Rojava û Başûrê de zêdeyî 20 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hem li nava Tirkiyeyê hem jî li derveyî sînor bi hinceta "terorê” komkujiyên mezin tên kirin. Dewleta Tirk her tim hincetek ji bo van êrîşan peyda dike, sivîl, zarok, hunermend û jinên Kurd dike hedef. Mînak li Tişrînê, Bav Teyar hate qetilkirin. Pêşeng û rêveberiyên me yên jin bi awayekî sîstematîk tên hedefgirtin. Ev gel welatparêz e, mirovên ku dixwazin ax û jîngehên xwe biparêzin. Sûcê van mirovan çi ye? Sûcê jin û zarokan çi ye?

Ji bo Başûrê Kurdistanê jî rewş ne cuda ye. Di rojên dawî de li navçeya Ranya û Behdînanê 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 2 leşkerên Iraqê û pêşmergeyek hatin kuştin. Ev hemû êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin. Tirkiye hem li nava sînorê xwe hem jî li derveyî sînorê xwe bi heman polîtîkayan, komkujiyên mezin dike.

Ji aliyekî ve hovîtiyeke mezin dike, li aliyê din jî atmosfereke mîna ku di lêgerîna çareseriyê de ye nîşan dide. Lê belê nabêje ‘çareser dikim’, pêvajoyê di nava nediyariyek de dihêle. Ji bilî gotina ‘Bila PKK’ê çekan deyne’ tiştek din nabêje. Rêbertî û em parastina avakirina zemîneke demokratîk û bê şîdet dikin. Lê ev ne tiştekî yek alî ye. Şîdet û terora dewletê ya gelekî mezin heye.

Bûyerên tên jiyîn, ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve sûcê şer e. Polîtîkayên dîktatorî yên ku desthilatdariya heyî li Tirkiyeyê dimeşîne, roj bi roj welêt ji çareseriya demokratîk dûr dixîne.

Ji bo demokratîkbûyîna pêvajoyên hiqûqî, zanekirina gel û ewlekirina tevlîbûna xurt a jinan li pêvajoyê, xwedî girîngiyeke mezin e. Di vê xalê de ne tenê partiyên muxalîf, divê rêxistinên civaka sivîl û tevgerên jinan jî çalaktir bin.

Di pêvajoyeke çareseriyê ya ku beşên civakî tê de cih digirin de rola jinê xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Paradîgma û felsefeya jiyanê ya Rêber Apo daniye pêşiya xwe, li ser bingeha civakîbûnê ye. Divê pêvajoya çareseriyê xwedî karakterekî civakî be. Eger gel dê aştiyê pêk bîne, divê ev pêvajo civakî be. Ji ber ku yê aştiyê pêk bîne gel e. Avaniya dewletê ya heyî û feraseta desthilatdariyê hilweşiyaye. Ji ber ku çareseriya vê sîstemê nîne û dij civakî ye. Lewma civakîkirina çareseriyê xwedî girîngiyeke mezin e. Di vê çarçoveyê de bi taybetî rola jinê krîtîk e. Jiyaneke ku jin lê nebin, ne jiyanek raste. Yek ji felsefeyên bingehîn ên Rêber Apo ev e. Azadiya jinê tê wateya azadiya civakê. Mezinkirina vê têkoşînê û misogerkirina ku jin di navenda pêvajoya civakî de cih bigirin, di avakirina aştiyê de gaveke krîtîk e. Jiyana bê jin, ne jiyan e. Siyasetek bê jin ne siyaset e. Ji ber vê yekê çareseriya bêyî jinê ne çareserî ye. Aştiyek bê jin ne aştî ye. Divê em vê rastiyê baş fêm bikin.

XWEDÎ DERKETINA JINAN A LI PÊVAJOYÊ MESELEYEK A HEBÛNÊ YE

Kûrkirina nîjatperestiyê, pêşiya qetilkirina jinan vedike. Rê da ku desthilatdariya mêr ji nû ve xurt bibe û tundî zêdetir bibe. Tekperestî, yanî ji dervayî îradeya xwe tu rastî nasnekirin, li Tirkiyê bi şerê ku li hemberî gelê Kurd tê meşandin re zêdetir belav bûye. Ji ber vê tenê bi serweriya mêr ê ku tê zanîn zêdetir, di heman demê de divê em behsa tundiya mêr ê ku şer wî xwedî dike jî bikin.

Di vê çarçoveyê de pêkanîna aşitiya civakî ji bo jinan jî wê çareseriyê bîne. Tiştê ku tundiya mêr ji holê rake ev e. Xwedî derketina jinan a vê pêvajoyê meseleyek a hebûnê ye. Çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê yên heyî tê wateya çareserkirina pirsgirêka jinan a hebûn û azadiyê. Di navbera çareseriya pirsgirêka Kurd û çareseriya pirsgirêka jinê de peywendiyek rast heye.

Di vê çarçavoyê de dixwazim balê bikşînim ser xwişk û biratiya gelan jî. Têgeha xwişk û biratî, her çendî di bîra gelên biçûk de wateyekî erênî were dest girtin jî, di civaka ku bi zayendperestiyê hatiye hûnandin de li ser hiyerarşiya birayê mezin û biçûk rol dilîze. Ji ber vê, bi tenê serê xwe îfadeyên wek, "xwişk-biratiya Kurd û Tirk" nebes in. Dewsa vê divê em bal bikşînin ser hevaltiya gelan a di nav wekhevî û jiyanekê azad de.  Ji aliyê jinan ve were nêrîn, rewşa ku em niha tê de ne, wê jin pêşiya rijandina xwînê bigirin. Eqlê mêr vê pirsgirêkê çareser nekir û nikare çareser jî bike. Eqlê mêrê serwer ne jiyaneke wekhev, tahakum û îtaatê ferz kir. Di bingeha qeyrana heyî ya şerê cihanê sêyemîn û sedsala dawî ya komara Tirkiyê de ev yek heye.

Komar di ketina xwe ya sedsala duyemîn de li Kurdistan û Tirkiyê îrade û rêxistinbûnek xurt a jinan dihewîne. Sedsalek berê şansekî wiha tunebû. Dema em pêvajoya avabûna Tirkiyê mêze dikin, dibe ku hin rêxistinbûn û fîgurên jin hebin jî, ji bo jin bi awayekê azad û wekhev hebûna xwe bidomînin tevgerên girseyî tunebûn. Lê belê îro, tevgera jinên Kurd a ku têkoşîna azadiyê ya 50 salan derxistiye holê heye. Bîrdozî, nirx û zihniyeta vê tevgerê çêbûye. Normên civakî yên exlaqî yên ku divê jin bi mêr re peywendiyek çawa deyne, ji desthilatdariya mêr çawa qut bibe, wek nirx derketine holê.

Li milê din li Tirkiyê tevgerên jin ên femînîst, jinên rewşenbîr û wek tevgerên jinên Misilman hin komê jinan hene ku ji derdorên cuda hatine, têkoşîna vê didin û mafê xwe diparêzin. Ev hêzêkê mezin e û divê biçûk neyê dîtîn.

Lê belê ev îrade hîna jî tam nebûye yek. Perçe perçe ye. Dibe ku carna digihîjin hev, lê ne domdar e û veneguheriyê mekanîzmayekî ku xwe xurt dike. Eger em dixwazin pêşî li şer û komkujiya jinan bigirin, divê wek jin rola xwe bilîzin.

Eger destûrekî bingehîn a demokratîk were amadekirin, divê jin bi awayekî rêxistinkirî û serbixwe tevlî vê pêvajoyê bibin. Li hemberî pirsgirêkên pergala dewletê ya navendperestiyê, divê rêveberiyên xwecihî werin xurtkirin û îradeya jinê bi awayek çalak tevlî vê pêvajoyê bibe. Divê wek jin em li kolanan, taxan, navçe û bajaran nîqaş bikin ku em ê çawa vîna xwe deynin holê. Ji siyaset heta ewlekarî, ji aborî heta tendurîstî, ji perwerde heta mîmarî di her qadê de divê jin bi awayek wekhev tê de cih bigire.

Di komara nû de dema peywendiya jin û mêr a wekhev û azad avakirinê îro ye. Divê tenê li ser pêvajoya rojane lêhûr nebin, tenê bi dîrokî jî mêze nekin. Îro, em di serdemekê ku divê ked û eqlê jinê hîn zêdetir tevlî pêvajoyê were kirin de ne.

Ji ber vê çi Kurd, Tirk, Ereb, Ermenî, Laz, Tirkmen, Terekeme, Gurcu, Sûryanî be, divê hemû jin bi hêvî û eşqeke mezin tevlî vê pêvajoyê bibin. Dibe ku Misilman, Xiristiyan, Elewî, Sunî an jî bawerî û ji mezhebekî cuda jî be, qet ferq nake. Nasnameya wê çi dibe bila bibe îradeya her jinê heye. Ya girîng vê îradeyê gihandina pêkhateyekê birêxistinkirî.

Divê ev bi perspektîfek çawa were kirin? Ji bo Tirkiyeyekê demokratîk, ji bo gel wekhev û azad bijîn, ol û mezheb xwe bi awayek azad îfade bikin, jiyanekê watedar were avakirin, rolekê girîng dikeve ser milê jinan. Ji ber vê divê jin li her derê aşitî û çareseriyan nîqaş bikin. Çawa ku Dayikên Aştiyê bi gotina, "em destê xwe ji aştiyê re dirêj dikin" tevgerek dan destpê kirin, divê wek jin em jî ji çareseriyê re destê xwe dirêj bikin û li her derê vê mijarê nîqaş bikin.

Divê bi dayikên leşkeran, çepgir, rastgir, jinên gund, karker, akademîsyen û ji her beşê civakê jinan re werin gel hev û çareseriyek hevpar derxin holê. Divê nîqaş tenê di asta axaftinê de nemîne, divê perspektîfek jinê çêbibe û bi eqlê jinê welatek çawa were avakirin, em deynîn holê.

Wijdan û eqlê jinê di her karî de hesas û tîtîz e. Şewata li Bolûyê, xaniyê ku li Konyayê rûxiya, di pergala wijdana jinê de nedihatin jiyankirin. Jin kar bi hezkirin û jiyana mirov berçavgirtinê dikin. Ji ber vê dema peywendiyên jin û mêr û hemû qadên civakê ji nû ve tên avakirin, divê em bi îradeya jinê ya rêxistinkirî tevbigerin. Divê jin di vê mijarê de werek bin û li xwe bawer bin. Her ku çareserî civakî bibe, wê mayînde bibe. Eger jin qanih bibin, aştî pêk bînin, wê hemû civak aştî pêk bînin. Hêvî, di îradeya rêxistinkirî û têkoşîna jinê de ye.

DIVÊ ŞOREŞA JINÊ BIBE MALÊ TEVAHIYA SÛRIYEYÊ

Meylên cîhadîst ku ji Sûriyê ber bi Efganistanê ve dirêj dibin, armanc dikin ku destketiyên jinan tine bikin. Hovîtiya li Efganîstanê tê jiyîn, li her devera Efrîka Bakur û Rojhilata Navîn jî dertê holê. Bi hatina HTŞ'ê ya li Sûriyeyê re, ji bo jinan tabloyeke hîn girantir derdikeve holê. Pêkanînên weke jêbirina navên kesayetên jin ên dîrokî ji mufredata perwerdeyê, zilma sîstematîk a li jinê radixe pêş çavan. Zenûbiya di dîrokê de qehremanek mezine. Hewldana derxistina navê wê ji mufredatan, zîhniyeta dijî jinê bi awayekî zelal radixe ber çavan.

Şoreşa ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê jiyîn di nava tarîtiya Rojhilata Navîn heta li cîhanê weke stêrkeke birqok e. Ji ber rêxistinbûna jinê, tevlîbûna wê di rêveberiyê de, xweparastin û azadbûna wê, ev herêm her tim rastî êrîşên cîhadîst û desthilatdaran hat. Şerê ku YPJ'ê daye meşandin û rêxistinbûyina jinê ya civakî, ji bo cîhanê bûye çavkaniya îlhamê. Şoreşa jinê ne tenê pêşketineke herêmî ye, ji bo cîhanê çavkaniya hêviyê ye.

Rastiyek a HTŞ’ê heye. HTŞ'ê Şam dagir kir û dest danî ser desthilatdariyê. Ji vê re gotin şoreş. Li vir bi rastî jî rewşeke cidî heye. HTŞ’ê ji avaniya çeteyan pêk tê û anîn ser desthilatdariyê. Nêzîkatiyeke wan a li hemberî jinê heye. Li Sûriyeyê dewlemendî û îradeyeke gel a dewlemend heye. Ev yek ne tenê wek gotin an jî nav, wek pêkhateyek dîrokî û çandî ya rastîn heye. Gelên li Sûriyeyê xwedî taybetmendiyeke ku rêgezên xwe yên çandî diparêzin. Di vê wateyê de gelekî berxwedêr e. Dibe ku rêxistinbûneke wan nîne, lê belê avaniya wan a çandî berxwedêr e. Jin jî wisa ne. Jinên Sûriyeyî ne mîna jinên li erdnîgariyeke din in. Sûriye ne mîna Efganîstanê ye. Sûriye taybetmendiyên xwe hene. Ji ber vê yekê, gotinên ‘şoreşa’ ku bi hatina HTŞ’ê re pêk hat, wê azadiyan bîne, rastiyê nîşan nade. Ev çîrokeke çêkirî ye.

Ji nû ve avakirina Sûriyeyê di rojevê de ye. Pêwîste ev nirxandin hem di warê Sûriyeyê de hem jî di warê Tirkiyeyê de bê kirin. Sînorên Rojhilata Navîn ji nû ve tên xêzkirin. Di vê pêvajoyê de Komara Sûriyeyê jî bi rengekî ku îradeya jinê nebîne, hate avakirin. Ji ber vê yekê li Sûriyeyê her tim pirsgirêkên jinan hebûn. Niha, bi HTŞ'ê re tabloyek hîn xedartir derket holê.

Tecrubeyeke girîng li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê. Li qadek şoreşa jinê pêk tê, li qadên din jî rastiyeke cuda ya rêveberiyê heye. Ji ber vê yekê divê modêla Bakur û Rojhilatê Sûriyê li tevahiya Sûriyê belav bibe û ev şoreşa jinan bibe malê tevahiya Sûriyeyê. Demokratîkbûna Sûriyeyê ancex bi vê yekê dikare pêk were.

Di vê pêvajoyê de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Tecrubeyên wan ên 12 salan hene. Ev ne tiştekî ku bê biçûkkirin e. Modeleke ku jin di polîtîka, tenduristî, perwerde, aborî, ewlekarî û hemû qadên civakî de cih digirin, hatiye avakirin. Mekanîzmayên wekî pergala hevserokatiyê û meclîsên jinan hatin pêşxistin. Divê ev model li hemû Sûriyeyê belav bibe.

Pêwîste ev pêvajo bi pêkanîna civînên jinan, rêxistinkirina jinan, însiyatîf û platforman bên avakirin û li zemîneke berfirehtir were belavkirin. Siberoj di destê jinan de ye. Bi vê hişmendiyê hem divê têbikoşin û hem jî tevlî pêvajoya avakirinê bibin.

PARASTINA ŞOREŞA JINÊ BERPIRSYARIYA HEVPAR A TEVGERÊN JINAN ÊN CÎHANÊ YE

Piştgiriya tevgerên jinan ên Rojhilata Navîn û cîhanê pir girîng e. Şoreşa jinê heqîqeteke gerdûnî ye. Çawa ku pirsgirêka jinê gerdûnî ye, çareseriya wê jî bi vî rengî ye. Şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû jinan çavkaniya ronahiyê ye. Nirxekî wiha ye ku gelan ronî dike. Divê were parastin. Ji ber vê yekê divê tevgerên jinan ên Rojhilata Navîn û cîhanê xwedî li şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkevin, biparêzin û piştgiriya wê bikin. Ev ne tenê meseleyeke herêmî ye, meseleyeke jinê ya gerdûnî ye. Ji 50 welatan 650 jin ji bo piştgiriya vê şoreşê daxuyanî dan. Ev pêngaveke pir bi wate û girîng bû. Lazim e ev piştgirî hîn bêhtir berfireh bibe. Parastina vê şoreşa jinê, berpirsyariya hevpar a hemû tevgerên jinan ên li gelemperiya cîhanê ye.

Li Îranê darvekirinên jinan nasekine. Mîna ku li beşên din ên civakê, bi taybetî jî li dijî jinê îdam dewam dikin. Pêşengên jin ên weke Pexşan Ezîzî û Werîşa Mûradî di têkoşîna Jin Jiyan Azadî de rola pêşengiyê lîstine. Dema ku em behsa şoreşa jinê dikin, em behsa têkoşîna jinê û destketiyên wê jî dikin. Ev jin pêşeng û berxwedêr in. Li Rojhilatê Kurdistanê nirxên ku bi bedelên mezin hatine bidestxistin hene. Cezayê îdamê ji xwe pêkanîneke li derveyî mirovahiyê ye. Ji ber vê berxwedana jinan a li Îranê girîng e.

DIVÊ EM KOMPLOYÊ BI TEMAMÎ VALA DERXIN

Em dikevin meha Sibatê.15'ê Sibatê salvegera komploya li dijî Rêbertî ye. Yanî 26 sal derbas bû û dikeve sala xwe ya 27’an. Bi vê wesîleyê divê were zanîn ku Rêber Apo di nava van 26 salan de berxwedaneke mezin nîşan da. Ev berxwedan hê jî didome.

Girîngiyeke mezin e ku Rêbertiya me di vê pêvajoyê de ji hêla fizîkî ve azad bibe. Eger bi rastî jî pêvajoyek pêş bikeve, eger tê xwestin nêzîkatiyeke samîmî, cidî û hevgirtî bê kirin, ev yek ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêwîstiyeke bingehîn e. Rêber Apo di vê mijarê de her tim nêzîkatiyeke mutewazî raber kiriye. Bi wesîleya 15'ê Sibatê em bang li gelê Kurd, bi taybetî jinên Kurd, civaka Kurd ên li Ewropayê û dostên cîhanê dikin ku vê salê veguherînin sala têkbirina komployê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî.

LI TIŞRÎNÊ DÎROK JI NÛ VE TÊ NIVÎSANDIN

Berxwedana gelê Rojava, gelê Kobanê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome. Li xeta Til Temir û li herêma Sirîn êrîş berdewam dikin. Çalakiyên nerazîbûnê yên li Bendava Tişrînê tên lidarxistin, hedef tên girtin. Li Kobanê li dijî gel êrîş tên kirin. Ya rast, li Rojava bi taybetî li Kobanê li dijî DAÎŞ'ê şerekî mezin hat meşandin. Dîrok ji nû ve hat nivîsandin. Lê belê li Tişrînê ev dîrok careke din tê nivîsandin.

Li Tişrînê gel bi wêrekî, biryardarî û hevgirtî xaka xwe diparêze. Bendav li vir tenê sembolek e; Esas, gel azadî û hebûna xwe diparêze. Jin azadiya xwe diparêzin. Hunermend li nirxên xwe xwedî derdikevin. Ev berxwedan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya gelên cîhanê mînak û nîşaneya fedaîbûneke mezin e. Bi mezinkirina rêxistinbûna xwe re em ê hêviya xwe bi xwe biafirînin û siberoja xwe ava bikin.”