Di şopa Arjîn'an de...
‘’5 sal borîn li ser bihara 2012'an. 5 sal borîn li ser bişkivîna Berfînên Xerzanê. 5 sal borîn li ser ebedîbûna van berfînan. Wek her berfînekê ew jî temam kirin rêwîtiya xwe ya berbi rojê...’’
‘’5 sal borîn li ser bihara 2012'an. 5 sal borîn li ser bişkivîna Berfînên Xerzanê. 5 sal borîn li ser ebedîbûna van berfînan. Wek her berfînekê ew jî temam kirin rêwîtiya xwe ya berbi rojê...’’
Piştî 5 salan di rêwîtiya xwe ya di Zagrosê de rastî heman Berfînan hatim. Li Cîlo rastê Arjînan, li Çarçêla rastê Diljînan û li Govendê rastê Agrînan hatim. Her yek ji wan biryar dabû û mîna van berfînan berê xwe dabûn cihên herê asê. Ji ber ew jî di vê zanebûnê de ne; Her ku Berfîn ebedî dibin, ewqasî zêde dibin. Her ku zêde dibin ewqasî nêzî hevdîtina xwe ya bi rojê re dibin.
Gerîlaya YJA Star'ê ya bi navê Agrîn Baran jî mîna rêhevalên xwe Arjîn û Diljîn biryar daye ku di şopa Berfînên Xerzanê de bimeşe û vaye niha li qada herî asê, li qada ku jê re taca Zagrosên Govendê tê gotin, bi vê biryarê tekoşîna xwe di nava latên govendê yên asê de didomîne.
Gerîla Agrîn a ku bi xwe mirova têkoşera berxwedêr Arjîn Xerzane, di vê rêwîtiya me ya di qadên Zagrosê de bi parvekirinên xwe yên bedew re, em birin qada Xerzanê û qala mirov û rêhevala xwe Arjîn Xerzan kir. Bêguman tevî dil û mejiyê xwe me berê objektîfa xwe jî da Agrîn. Agrîn jî bi kelecan û coşek mezin qala vê rêwîtiya xwe ya ji Xerzanê berbi Zagrosan kir...
"Di sala 2012'an de ez di temenek ciwan de bûm dema me agahiya şehadeta heval Arjîn girt. Şehadeta heval Arjîn pir bandor li ser giştî malbatê û tevahî gelê Xerzanê kir. Di wê salê de gelek ciwanên Xerzanê bi berxwedaniya her 15 hevalên jin bandor bûn û biryar dan ku tevlê nav refên gerîla bibin."
Gerîla Agrîn di gotinên xwe de bal dikşîne ser rastiya berxwedêr a malbata xwe û wiha didomîne, " Ji xwe rastiya malbata me, ango mala Elî Yûnis, bi berxwedanî û serîhildana xwe ya li dijî dagirkeriyê ve tê nasîn. Berxwedaniya Rindêxan a ku keça Elî Yûnis'e jî pir bi nav û denge. Ji ber Rindêxan ji bo wek êsîr nekeve destê dijmin, xwe ji pirê davêje. Ev rastî bandora xwe li ser giştî malbatê kir û em jî bi vê çandê hatin mezin kirin. Hêna jî ev destanên qehremaniyê ku di zaroktiyê de ji me re hatibû vegotin, di guhê min de deng vedidin."
Bi mereqek mezin li Agrîn guhdar dikim. Bi Agrîn re diçim Batmanê, diçim Bitlîsê, diçim Xerzanê... Destaneya malbatê ya serîhildêr heya dawî min bandor dike. Tam di van kêliyan de fêr dibim ku Bavê Agrîn, bi navê xwe yê kod Baran, berê gerîla bûye û di sala 1996'an de, piştî berxwedaniya rojekê bi 4 rêhevalên xwe re tevlê kerwanên nemiran dibe. Agrîn jî di vê salê de çavê xwe li dinê vedike û her di çîrokên xwe yên zaroktiyê de qehremaniya bavê xwe dibîne. Agrîn bi vî rengî hemû kêliyên jiyana xwe bi berxwedaniyê pêşwazî dike. Piştî derbasbûna salan, ango di sala 2012'an de Agrîn tevlê merasîma veşartina bavê xwe dibe. Ji ber heya vê salê cenazê bavê wê di destê artêşa dagirker a Tirk de dimîne. Di heman salê de, şahidî ji berxwedaniya 15 Berfînên Xerzanê dike. Ji ber wê êdî gerîla Agrîn rêya xwe ya jiyanê xêz dike û piştî 2 salan, ango di sala 2014'an de tevlî nav refên gerîla dibe. Agrîn tevlêbûna xwe bi vî rengî tîne ziman,
"Piştî derbasbûna salan, malbatê cenazê bavê min girt. Bi ruxmê ku salên dirêj li ser borî bûn lê dîsa jî şopên êşkencê li ser cenazê hebûn. Ev rewş pir bandor li ser min kir. Min got mirov çawa dikare ewqas ji exlaq û wicdan dûr be. Çawa dikare ewqas destdirêjiyê bike... Di heman salê de jî, ango di sala 2012'an de heman tişt dûbare kiribûn. Ji ber ku bi cenazê heval Arjîn û her 14 hevalên jin jî leyîstibûn. Ev rewş bandorek mezin li ser min ava kir. Ji xwe apê min jî, ango bavê heval Arjîn nekarî şehadeta heval Arjîn rake û piştî ku qirîza dil derbas kir çavê xwe li dinê girt. Yanî malbat bi giştî, her wiha hemû gelê Garzanê pir bi şehadeta her 15 hevalên jin bandor bûn. Lê hemiyan jî soza tolhildana şehîdên Xerrzanê dan. Min jî ji xwe re got; çawa ku heval Arjîn di şopa Rindêxan de ala berxwedanê hilda, ez ê jî alê dewr bigrim û xwedî li vê çanda berxwedanê derbikevim."
Êdî Agrîn di şopa Arjîn, di şopa bavê xwe Baran de, di şopa Berfîn, Bêrîvan û Diljînan de berê xwe dide çiyayên azad. Agrîn hez kirin û girêdana xwe ya bi çiyê re wiha vedibêje, "Min li vir wêneya jiyana xwe ya ku bi salan lê digeriyam, dît. Ev wêne bi hezkirin, bi fedekarî û bi parvekirên watedar ên hevaltiyê her roja diçe bedewtir dibe. Min li vir jiyaneke komînal dît. Min ruhê hevaltiya pîroz dît. Min dilnizmiya gerîla dît. Dema tiliya hevalek xwîn dibû, min di çavê hevalên din de ew êş û hîskirina hevaltiyê dît. Min li vir Arjîn dît. Min bi sedan Arjîn dîtin. Li her derê ji min re qala Arjîn Xerzan dikirin. Qala hezkirin û dilnizmiya heval Arjîn kirin. Qala coş û moraldayîna wê kirin. Bi min dan hîs kirin ku Arjîn herdem li cem me ye, ti carî ji me dûr neketiye."
Peyv û hevokên dawî yên gerîla Agrîn bi hestên serbilindî, kêfxweşî û şadî dagirtîbûn. Her gotinek dagirtîbû bi wate, bi hêvî û bi serkeftinê. Di meyzandina wê de hem hêrsa tolhildanê, hem jî coşa jiyanê veşartîbû. Agrîn ev hestên xwe bi van gotinan pênase dike, "Ez niha li çiyayên Govendê me û li gel rêhevalên xwe di çeperan de cihê xwe digrim. Em nêzî dijminin û bi vê zanebûnê, ango bi rengekî ku layîqê van rêhevalên xwe yên şehîd derbikevin, em heya dawî hişyar tevdigerin. Ji ber ev çiya herî zêde warê şehîdan'e. Bi xwîna van hevalan heya roja îro li ser piya maye û wê herdem bi hemû asêbûna xwe li ser piyan be."
Gerîlaya YJA Star'ê Agrîn Baran bi vê serpêhatiya xwe ya berxwedêr ve soza di rêya Berfînan de, bûna Berfîn, soza ebedîbûnê nû dike. Agrîn dibêje; Arjîn, Berfîn, Hêvî, Bêrîvan, Yerîvan, Diljîn, Viyan û hemû şehîdên Xerrzanê her bi wê re ne. Di çeperên herî pêş de, di govend û dîlana Agrîn de ew her hene. Her bi wê re rêwîtî dikin, di hemû kêliyên jiyanê de...