Di sala 5’an de ji bo heqîqet û dadmendiyê ber bi Parîsê ve!

Di salvegera 5’an de bernameya çalakiyên bîranîna 3 jinên şoreşger ên Kurd ku 9’ê Çile ya 2013’an hatibûn qetilkirin hate ragihandin.

Di salvegera 5’an a komkujiyê ya yek ji damezirînerê PKK’ê û pêşenga Tevgera Jina Kurd Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylamez de Kurd haziriya çalakiyeke mezin a protestoyî dikin. Ne tenê bi meşa ku 6’ê Çile ya 2018’an, di nav heftiyê de, di serî de li Parîsê Kurd li hemû deverên Ewropayê wê bernameyên bîranîna sê jinên Kurd pêk bîne.

Gelê Kurd û jinên Kurd ku piştî sê jinên Kurd ên şoreşger 9’ê Çile ya 2013’an hatin qetilkirin û ev 4 sal in bi daxwaza ‘em dadmendiyê dixwazin’ qad vala nehiştin, di salevgera 5’an de wê daxwaza dadmendiyê biqêrin. Li hemû deverên Ewropayê, bi destpêka sala nû re, gelek bername û çalakiyên bibîranînê wê werin kirin, lê mezintirîn çalakî weke her salê îsal jî wê li cihê ku komkujî pêk hatî, li Parîsê pêk were.

5’Ê ÇILE DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ

Çalakî 5’ê Çie bi daxuyaniya çapemeniyê bi Koordînasyona Hevgirtina bi Kurdistnaê re wê dest pê bike. Di daxuyaniya çapemeniyê de ku parêzerên dozê û yên ku di Koordînasyonê de cih digirin, wê qonaxa ku doz di 5 salan de gihaştiye were nirxandin û têkoşîna hiqûqê ya ku hatî dayin were gotûbêjkirin. Her wiha wê bang li rayagiştî ya Fransiz were kirin ku tevlî meşê 6’ê Çile bibin.

6’Ê ÇILE MEŞ

Meşa 6’ê Çile ku ji hêla Koordînasyona Kurdan a Demokratîk a Fransayê û CDK-F’yê ve wê were organîzekirin li Gare du Nordê wê dest pê bike. Di meşê û mîtînga piştî wê de, malbatên 3 şoreşgeran, li gel bi deh hezaran Kurdistaniyên ku ji çar hêlên Ewropayê ve hatin, Fransî jî wê hazir bin. Ji partiya komunîst, sosyalîst, keskan re û her wiha ji senator, hilbijartiyên xwecih, rêxistinên jinan re vexwende hatine şandin.

9’Ê ÇILE VEKIRIN

9’Ê Çile li ber Bûroya Enformasyona Kurd ku komkujî lê hatî wê plaketa ku 3 jinên Kurd ên şoreşger temsîl dike were vekirin. Ji ber vekirina plaketê ku Şaredariya Parîsê ya 10. biryara vekirina wê dabû wê organîzasyoneke fermî were kirin. Di vê merasîmê de ku ji hêla Şaredariya Mezin a Parîsê, Şaredariya Parîsê ya 10. û CDK-F’yê ve hatiye organîzekirin, wê gelek senator, dostên Kurdan ên Fransiz, saziyên Kurdan û jinên Kurd ku her Çarşem di çalakiya Dadmendiyê de cih digirin hazir bibin.

LI DIJÎ ÎNKARA DADMENDIYÊ, BÊDENGÎ Û BÊCEZAKIRINÊ

Dirûşma îsal a çalakiyan jî wiha ye: ‘’ “5 ans: de silence! de déni de justice! d'impunité!” Ango, ‘’Sala 5. : bêdengî, înkara dadmendiyê, bêcezakirin.’’  Danişîna derbarê komkujiya Parîsê ku dihate payin 23’yê Çile ya par were ditin, bi mirina bergumanê kujer Omer Guney re 17’ê Kanûna 2016’an ketibû. Parêzerên malbatên sê jinên şoreşger, diyar kirin ku doz tenê bi bergumanê kujer Guney re ne têkildar e, fermana înfazê rayedarên dewleta Tirk dane, ev bi belgeyan derketiye holê û Sibatê xwestibûn ku doz dîsa were vekirin. Dozgeriya Dij Terorê a Franszi Nîsana 2017’an serlêdan nirxandibû û dîsa lêpirsîn vekiribû.

DI SALA 5’AN DE BI DENGEKÎ GUR

Li gorî Komîteya Amadekar hazirî didomin. Komîteyê got, ‘’Ev 4 sal in ji bo ku komkujî ronak bibe em bi daxwaza dadmendiyê li qadan in. Weke ku tê zanîn di serî de li Parîsê, li gelek navenda bi çalakiyên Çarşemê me çalakiyên bi mesaja ‘Ji bîr nekir, em ji bîr nakin me da’. Heta niha çalakiyên ku gelê me û di serî de jinên Kurd kirin, bi kêferatên xwe armancên komkujan hatin deşîfrekirin. Ji niha û pê de jî wê hewldanên me bidomin. Par bi geşedanên ku hatin jiyîn hate xwestin ku dosyaya dozê were girtin. Niha jî lêpirsîneke dî hate vekirin. Di sala 5’an de em dixwazin ev lêpirsîn bibe darizandineke jidil, komkujî ronak bibe, ên ku emir dane derkevin holê û dadmendî pêk were. Ji bo vê jî em pir girîngiyê didine çalakiyên îsal.’’

Komîteyê bang kir ku Kurdistanî û dostên wan bi rengekî xurt tevlî çalakiyan bibin û wiha wê peyameke xurt bidin û got, ‘’Dirûşma me ya îsal jî, di sala 5’an de ji bo dadmendiyê ber bi Parîsê ve, li dijî bêdengî û bêcezakirinê ber bi Parîsê ve’ em banga tevlêbûnê li meşa 6’ê Çile û çalakiyên dî dikin.’’