Di meha Tîrmehê de 31, di 7 mehan de 245 jin hatin kuştin

Li gorî rapora meha Tîrmehê ya ‘Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin’ meha derbasbûyî 31 jin hatine kuştin. Di 7 mehên salê de hejmara jinên hatine kuştin 245 e.

Li gorî rapora meha Tîrmehê ya têkildarî kuştinên jinan di nava mehekê de 31 jin hatine kuştin. Di raporê de tê gotin ku herî zê bi çekê jin hatine kuştin û wiha didome; “16 jin bi çekê, 5 jin bi amûrên birînê, jinek hate xeniqandin û 3 jin bi derbê hatine kuştin. Mixabin jinek jî bi guman ji cihekî bilind ket û kuştina 5 jinan jî nehate testpîtkirin.”

Di raporê de bal hate kişandin li ser polîtîkayên bêcezayê û hate gotin; “Heta ku sedemê kuştina jinan û ji aliyê kêve tê kuştin neyê tespît kirin; heta ku darezandineke adîl pêk neyê, kesên bi guman û sûcdar neyê ceza kirin, tevdîrên pêşî lê bê girtin neyê stendin wê rewşa tundiyê bidome.”

Li gorî heman platformê di nava 7 mehên îsal de herî kêm 245 jin hatine kuştin. Li gorî raporê meha Hezîranê 40, meha Gulanê 37, meha Nîsanê 36, meha Adarê 27, meha Sibatê 31 û meha Çileyê jî 43 jin hatine kuştin.

Di sala 2018’an de herî kêm 440 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin. Ev hejmar sala 2017’an 409 bû.