Di komxebatê de yek ji fermandara YPJ’ê Rojda Efrîn, fermandara YJA-Starê Hêlîn Karî, fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî û fermandara Eniya Parastina Jinê ya Şehbayê Canda Welat axivîn.
Di komxebatê de beşdaran pêşveçûnên dawîn ên li herêmê û bandora şer a li ser jin û civakê nirxandin.
Beşdaran bal birin ser li hemberî êrîş û komployên li ser jinê girîngiya xurtkirina xweparastina jinê.
Di komxebatê de hate destnîşan kirin ku, YPJ û têkoşîna wê li hemberî pergala kapîtalîst bûye sembola berxwedanê ya jinan.
Di danişîna îro ya komxebatê de di heman demê de hat diyar kirin ku azadiya jinê mîsogeriya azadiya civakê ye.