Di kampa Derya Spî ya Jineolojiyê de desteka ji bo Efrînê

Beşdarên kampa Derya Spî ya Jineolojiyê, ji bo destekê bidin berxwedana Efrînê li navenda bajarê Bîlbaoyê çalakiyek kirin.

Kampa Derya Spî ya Jineolojiyê roja 29'ê Adarê li welatê Baskê dest pê kir. Beşdarên kampê ji bo destekê bidin berxwedana Efrînê çalakiyek kirin û li navenda bajarê Bîlbaoyê bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan.

Kampa Derya Spî ya Jineolojiyê wê 5 rojan bidome û ji Katalonyayê, welatê Baskê, Madrîd, herêmên xweser ên Kanarya û Aragonê, ji Îtalya, Portekîz, Fransa, Kolombiya û Bolîvyayê 75 jin tevlî bûne. Kampa ku bûye wesîle ji hevgirtina çand û zimanên cuda re, ji aliyê endamên Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê re ya welatê Baskê ve tê organîzekirin. Ji rêveberên La Karmela Vania San Martin di destpêka kampê de axivî. Piştî axaftina destpêkê, mesaja Akademiya Jineolojiyê hate xwendin.

Di peyamê de şehîdên enternasyonalîst Hêlîn Qereçox (Anna Campbell) û Lêgerîn Çiya (Alina Sanchez) hatin bîranîn û hate destnîşankirin ku nîqaşên hevpar ên ji bo afirandina têkoşîna azadiyê û jineolojiyê, wê şoreşa jinê ya li dijî faşîzmê geş bike."

Piştî nîvro jî bi giranî li ser hevjiyana azad pêşkêşî hate kirin. Li dû perwerdeyê, beşdarên kampê çûn navenda bajêr û li vê derê bi performanseke dansê bal kişandin ser şerê li Efrînê û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Kampa Jineolojiyê wê bi tecrûbeyên xwecihî yên beşdarên ji Aragon, Canarias, Katalonya, Sevilla, Madrid, welatê Baskê, Portekîz, Îtalya, Kolombiya, Bolîvya û Fransayê dewam bike.