‘Di çavên şervanan de aştî û azadî hatibû neqişandin’

Şervana YPJ'ê Hêlîn Bîrhat a sala 2019’an ji Dêre Zorê tevlî nava refên YPJ' ê dibe got: “Ki bo min naskirina vê mîrateyê jiyanek nû û bi wate bû.”

Şervana YPJ’ê ya bi eslê xwe ji Dêra Zorê tevlî nava refên YPJ’ê bûye bal kişand ser hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêmê û tevlîbûna xwe ya nava refên YPJ’ê.

‘JI SEKIN Û HEYBETA JINÊ YA NAVA ŞOREŞÊ DITIRSIYAN’

Bîrhat wiha qala hovîtiya DAÎŞ’ê ya li Dêra Zorê kir: “Di cîhanê de DAÎŞ hêza herî xeter û xedar di hata nas kirin. DAÎŞ gelek rêbazên hovane nîşanî me kir. Bi taybet herî zêde di hedef û armanca êrîşê wan de jin bû. Ji ber ku ew ji tekoşîna jin û berxwedaniya wê ditirsiya bi gelek rê û rêbazên ne mirovî dane nîşandan. Di şexsê jin de civak bê hêvî û îrade hişt û tine hata hesbandin. Dema ku wan êrîşî xaka Rojava kir gelek car rastî tekoşîn û egîdiya şervanên YPJ'ê hat. Ji bo wê ji sekn û heybata wê ya di nava şoreşê de metirsiyek cidî dabû avakirin di dilê wan de. DAÎŞ tişta ku dibû asteng ji hedefa wê re ku bi destê jinê neyê kuştin ev jêre wekî mirinek ne helal dihata şîrovekirin. Ji bona bi destê jinê neyê kuştin şerekî bê eman dida kirin.”

‘TI GIRÊDANA WAN Û ÎSLAMÊ TINE BÛ’

Şervana YPJ’ê Bîrhat diyar kir ku DAÎŞ’ê bi navê Îslamê şer dikir û got: “Ti tiştekî DAÎŞ’ê û dînê îslamê bi hev re tunbû, ew bi rêbazên ku li dijî gel didan şuxilandin di ti welatan de nayç qebulkirin û ne hatiye jiyîn. Di rewşa dawî de piştî ku dîtin hêzê QSD'ê nêz dibe, êdî gelek ciwan birin xistin girtîgehan. Wan bi xwe jî êdî zanîbûn ku dema hêzên QSD'ê were ew ê tine bibin û dawî li xîlafeta wan were kirin.”

‘YPJ Û QSD WÊ ME RIZGAR BIKE’

Hêlîn destnîşan kir ku dema hêzên QSD'ê nêzî Dêre Zor bû kêfxweşiyek kete dilê wan êdî wan jî zanî ku rojên azad kirina wan nêz dibe, wê jiyanek nû ji wan re vejîn bibe û wê ji tarîtiyê xilas bibin.

Şervana YPJ’ê Hêlîn Bîrhat bal kişand ser tevlîbûna xwe ya di nava refên YPJ'ê de û wiha domand: “Dema ku QSD'ê derbasî Dêre Zor bûn min cara yek dît ku li milê jinê çek heye û şer dike. Ez gelek bi ji vî wênê bandor bûm. Piştî rizgarkirina Dêre Zor min biryarda ez tevlî bibim. Ez bê nakokî ketim ferqek mezin wê ev hêz me biapêrze û ji tarîtiye me rizgar bike. Em wek gelê Herêmê rastî êşan û mirinek ne diyar hatin, lê dîsa ê ku bawerî da me ew şervanên ku çek li milê wan bû. Di çavên wan de tenê azadî û aşîtî di hata honandin. Dema ku min YPJ'ê dît min pir ji xeml û berxwedaniya wan hes kir. Bi taybet xwe parastina li hmberî êrîşek ewqas mezin û çawa xwedî li civaka xwe derdikevin ez gelek bi van rêgezan re bûme yek.

Biryara ku min da ne biryarekî tesadûf bû. Rêwîtî ku hişt ez di nava civaka xwe ya Ereb de hîn bêhtir baldar bim, sedema tevlî bûna min a nava refên YPJ'ê bû. Piştî ku rastî di wir de hata şîrovekirin, tevlîbûna min û xwişka min bu sedem ku malbata min bibe xwedî nirxek ku di nava civakê de ser bilind û bi wate werin nas kirin.”

Bîrhat wiha behsa tevlîbûn û roja girîng a ku ji bîra wê qet naçe, roja 14 Sibatê ku tevlî nava refên YPJ’ê dibe. Piştî wê bi rojekî roja girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e ku ew jî mîna hevrêyên xwe wê rojê rojî digirê, lê ew qet pirsnake ku çima bi rojiye. Dema ku pirs dike gelek bandor û hestiyar dibe ku çima mirovekî mîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiye. Bi vê helwestê gelek pirtûkên Ocalan dixwîne.

Şervana YPJ’ê herî dawî vê dibêje: “Em jî wekî şervanên YPJ'ê hetanî dawî em ê li ber xwe bidin û xwe bighînin hemû jinên ku li benda hêviyê ne.”