Di çapemeniya Elman de Meşale Toglû!

Nûçeyên têkildarî rojnamevan û welatiya Elman Neşale Tolû ya ku 30’ê Nîsanê li Stenbolê piştî ku ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û şûnde hate girtin, piştî bi rojan, nû di çapemeniya Elman de cih girt.

Di nava 16 kesên ku di operasyona li dijî endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û Partiya Sosyalîst a Hejaran (ESP) a beriya 1’ê Gulanê li Setenbolê hate destpêkirin de, rojnamevana jidayikbûya Elman û wergêr Meşale Tolû jî hebû.

Piştî ku rojnameya "Neûes deûtschland" di jimara xwe ya duh de diyar kir ku Tolû rojnamevanekî jidayikbûya Elmanyayê hatiye girtin û şûnde, detayên berfireh ên mijarê îro di çapemeniya Elman de bi awayekî berfireh cihê xwe girt.

Televîzyona ARD a dewleta Elman, Tolû weke rojnamevan li Tirkiyeyê dixebitî, lê tevî vê jî bi sûcê “Propagadakirina terorê” ji aliyê meqamên Tirkiyeyê ve hatiye gitin.

Rojnameya Bîld a rojane ku herî zêde li Elmanayê tê firotin, ji bo nûçeya girtina Tolû ev sernav bikar anî: “Rojnamevanekî din a Elman li Tirkiyeyê hate girtin” û “Erdogan rojnamevanên Elman dixe girtîgehê”. Bîld, Tolû jî weke nûçegihanê Dîe Welt Denîz Yucel ê ku ev 2 meh zêdetire li girtîgehê ku bi “Propagandakirina terorê” tê sûcdarkirin nivîsand.

Tolû a ku li Eyaleta Baden-Wurttenmbûrg a Elmanyayê hatiye dinê, di ajansa nûçeyan a ETHA’yê de rojane kar dikir. Tolû ya ku di sala 2014’an de li Tirkiyeyê bi cih bû, demekî dirêj jî di Radyoya Ozgur de xebitiye.