Dayikên Aştiyê bang li dayikên leşkeran kirin

Însyatîfa Dayikên Aştiyê got: “Erdogan leşkeran dikuje. Bila dayikên leşkeran guh bidin me, tevlî me bibin. Em bi hev re aştiyê bixwazin.”

Însyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê têkildarî kuştina leşkeran a li Idlibê li avahiya Unkapi daxuyaniyek dan çapemeniyê Di daxuyaniyê de hem bi Kurdî û hem jî bi Tirkî pankarta bi nivîsa ‘Bang ji bo mirovahiyê şer ji dayikan bipirsin’ hate vekirin.

Dayika Aştiyê Dîndar yilmaz got: “Çi heqê Erdogan heye ku zarokan ji dayikan digirin û li Idlibê dide kuştin.”

Piştre jî Dayika Aştiyê Rahîme Înce diyar kir ku ji malbata wê sê kes hatine qetilkirin û got: “Ji bo bidawîkirina şer berî niha em bi dayikên leşkeran re civiyabûn. Niha dubare bang dikin û dibêjin; Bila dayikên leşkeran jî bên, li gel me em bi hev re aştiyê bixwazin.”

Dayika aştiyê Nayîfe Başaran jî got: “Bang li dayikên leşkeran û dayikên Kurd ên ne li vir in dikim; wer in, em bi hev re aştiyê çêbikin. Bila dayikên leşkeran jî guh bidin me, tevlî me bibin. Em bi hev re aştiyê bixwazin.