Dayikên Şemiyê qanûna înfazê ya cihêkar şermezar kir

Dayikên Şemiyê aqûbeta Serokê Partiya Karker Talat Turkoglû pirsî. Dayikan nerazîbûn nîşanî qanûna înfazê ya cihêkar dan.

Dayikên Şemiyê ji ber vîrûsa koronayê vê hefteyê jî çalakiya lêpirsîna li aqûbeta windayan li ser hesabên xwe yê teva civakî lidar xistin.

Dayikên Şemiyê di hefteya 784’emîn a çalakiya xwe de li aqûbeta Talat Turkoglû yê Serokê Partiya Karkeran ê wê demê k udi 29’ê adara 1996’an de dema destgîrkirî hat windakirin pirsin.

Li ser navê xizmên windayan xwişka Turkoglû, Munube Turkoglû Yeprem daxuyanî da.

Yeprem di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêşnûmeya qanûna înfazê û got: “Divê dewlet qanûna bêcudakarî û wekhev bixe meriyetê. Mafê mirovan beriya her tiştî tê. Lê li Tirkiyê rastiya qanûna bingehîn û rastiya siyasî li dijî hev in. Desthilata siyasî ya heyî mafên me yên qanûna bingehîn tune dihesibîne. Xwegihandina me ya mirovên destgîrkirî hatine windakirin û edaletê jî asteng dike.”

Yeprem li aqûbeta birayê xwe yê 24 sal in winda ye pirsî û got: “Dosyeya wî înkar dikin û kujer bêceza hatine hiştin. Birayê min kesek çepgir bû. Ew li navçeya Avcilara Stenbolê dima. Beriya ku were windakirin 4 caran hatibû destgîrkirin. Êşkenceya giran lê hat kirin. Bi salan di hefsê de ma. Piştî hat berdan di 29’ê adara 1996’an de xwest biçe Edîrneyê û dayika xwe ziyaret bike. Ji Stenbolê heta Edîrneyê polîsan wî şopandiye. Di 1’ê Nîsana 1996’an de ji Edîrneyê vegeriya mala xwe Stenbolê û ji wê rojê ve tu xeber jê nehatiye girtin. Me wek malbata wî serî li gelek sazî û dezgehên netewî û navnetewî da lê hemû bêencam man. Tevî endamên JÎTEM’ê li xwe mikûr hatin jî lê ev mikûrbûn bi kêrî tiştekî nehat. Tevî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo lêpirsîna birayê min Tirkiyê mehkûm kir jî tu tiştek jê derneket û hemû serlêdanên me dîsa hatin redkirin. Em bang li Dadgeha Destûra Bingehîn dikin ku dawî li bêcezakirina dosyeya Turkoglû bîne.”