Dayikên Şemiyê li aqûbeta 6 kesan pirsîn

Dayikên Şemiyê li aqûbeta 6 kesan pirsîn ên ku piştî 15’ê Tîrmehê hatibûn girtin.

Dayikên Şemiyê bi boneya kujer bên darizandin û winda bên dîtin çalakiya xwe ya Qada Galatasarayê di hefteya 745’an de berdewam kirin. Dayikên Şemiyê ku xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin, dîsa rastî astengiyên polîsan hatin. Dayik piştî rastî astengiya polîsan hatin dîsa li Kolana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) kom bûn û dîsa di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan û aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiya vê hefteyê de parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, Parlamenterê HDP'ê Alî Kenanoglû û nûnerên gelek rêxistinên civakî amade bûn. Xizmên windayan dîsa tîşortên ku wêneyên windayan û qurnefil li ser heye li xwe kirin û wêneyên windayan û qurnefil hildan. Dayikan vê hefteyê li aqûbeta Gokhan Turkmen, Yasîn Ugan, Ozgur Kaya, Erkan Irmak, Mustafa Yilmaz û Salîm Zeybek pirsîn ên ku di meha Sibatê de ji aliyê leşkeran ve hatibûn destgîrkirin û piştre agahî ji wan nehatibû stendin. 
 
Endama Komîsyona Li Dijî Destgîrkirinan ÎHD'ê ya Stenbolê Sebla Alcan daxuyanî xwend. Alcan, anî ziman ku 745 hefte ye ne tenê ji bo kesên hatin destgîrkirin û windakirin, di heman demê de ji bo ku êdî kes winda nebin têdikoşin û wiha got: “Windakirina kesên di dema destgîriyê de, êşkence ye. Ev tişt bi tu awayî nayê qebûlkirin. Bêdengiya li hemberî vê yekê sûc û şirîkatiya sûc e. Em ê tu carî li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Hemû kesên xwedî rûmet û wijdan divê bêdeng nemînin. Em ê her dem ji bo mafê mirovan têbikoşin." 


Alcan, anî ziman ku di navbera 7 û 21'ê Sibatê de Gokhan Turkmen, Yasîn Ugan, Ozgur Kaya, Erkan Irmak, Mustafa Yilmaz û Salîm Zeybek revandin û li gel hemû lêgerîna malbatan encam bi dest nexistin. Alcan, got ku “Kesên hatin revandin bi wesayîta Transporter hatin revandin. Li gorî şahidan kesên xwe wekî memûrê dewletê pênase kirine, hatine revandin. Em di hefteya 745'an li gel malbatên Gokhan Turkmen, Yasîn Ugan, Ozgur Kaya, Erkan Irmak, Mustafa Yilmaz û Salîm Zeybek in. Li gel ku malbatê serî li hemû rayedaran dane jî dîsa aqûbet ne diyar in. Windakirin bi tu awayî ne rewa ye û nayê qebûlkirin. 
 
Alçan, bang li Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul jî kir û got: "Em dixwazin der barê kesên hatin revandin de lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin. Em bang li Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan dikin. Em dixwazin bi lez û lêpirsinek berfireh bidin destpêkirin. Van kesên mirov revandine bên darizandin. Em dipirsin ku Gokhan Turkmen, Yasîn Ugan, Ozgur Kaya, Erkan Irmak, Mustafa Yilmaz û Salîm Zeybek li ku ne?”