Dayikên Şemiyê ji bo Vedat Aydin edalet xwestin

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê heftê de ji bo siyasetmedarê Kurd Vedat Aydin ê ji aliyê dewletê ve hate qetilkirin, daxwaza edaletê kirin.

Dayikên Şemiyê, bi armanca winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 797'emîn de çalakiya xwe dewam kirin. Dayikên Şemiyê d çalakiya xwe vê heftê de, pirsa fîlên siyasetmedarê Kurd Vedat Aydin ê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû revandin û kuştin, kirin. Di çalakiya li ser medya dijîtal hat lidarxistin de, hat xwestin ku kujerên Aydin bên cezakirin.

Kurê Aydin Felat Aydin, diyar kir ku kesên xwe weke polîsan dan nasandin, hatin bavê wî birin û wiha axivî: “Ev kes hatin mala me û gotin îfadeya bavê min heye. Bi vî awayî bavê min bi xwe re birin. Mixabin bavê min çû û carek din paşve ne vegeriya. Laşê bavê min ê hatibû îşkencekirin,piştî du rojan di 7’ê Tirmaha 1991’an de li kêleka rêyekê nêzî navçeya Maden a Erxeniyê hat dîtin. Bi sedam kes beşdarî merasîma cenazeyê wî bûn, lê polîan gule berdan mirovan û êrîşê gel kirin. Li ser vê bûyerê re 29 sal derbas bûn, lê heya niha ji bo ronîkirina bûyerê tu hewldanek tuneye. Ne kes hat girtin, ne kes hat darizandin û ne jî pergalê ev bûyer qebûl kir. Em jî dibêjin ku em şopdarê vê bûyerê ne. Ji bo ronîkirina vê bûyerê û bûyerên mîna wê, em ê têkoşîna xwe dewam bikim.”

Dûre ji parêzerên Aydin Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn axivî û wiha got: “Kekê Vedat di kongreya ÎHD’ê ya sala 1990’an de, tiştekê ku heya wê rojê kesekê cesaret ne kiribû kir. Bi Kurdî axivî û dûre tavilê hat girtin. Ji mekê zêdetir di girtîgehê de ma. Piştre di doza lê hat vekirin de jî, bi Kurdî axivî. Piştî vê têkoşîna wî qedexeya li ser Kurdî rabû. Lê ew jî ji ber têkoşîna xwe, mîna hemû kesên din bû qûrbanê cînayetêk kontr gerîla û berpirsên wî nehatin ceza kirin. Em ê hewl bidin ku deynê xwe bidin.”

Xwişka Rojnameger Metîn Goktepe yê dibin çavan de hat windakirin Meryem Goktepe jî, diyar kir ku hemû dosyeyên windayan bêceza tên hiştin.

Goktepe, bal kişand ser qetilkirina Vedat Aydin û wiha bilêv kir: “Bavê 3 zarokan ê 38 salî Vedat Aydin Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Amedê bû. Di 5’ê Tîrmeha 1991’an de kesên xwe weke polîsan nîşandan hatin mala wî û binçav kirin. Parêzerê Aydin çawan tê girtin li Miduriyeta Polîsan dikere û pirsa wî dike. Lê ji wî re tê gotin ku Vedat Aydin ne li Midûriyetê ye. Piştî du rojan cenazeyê Aydin di 7’ê Tîrmehê de li ser rêya Maden a Erxeniyê hat dîtin. Cenazeyê Aydin di 10’ê Tîrmeha 1991 teslîmê malbatê hat kirin. Bi deh hezaran kes beşdarî merasima cenazeyê wî bûn. Weke ku kuştina wî ne bes bû polîsan gule li girseya merasîmê jî reşandin, bi dehan mirov kuştin û bi sedan mirov jî birîndar kirin. ”

Goktepe, bal kişan se îtîrafên endamên JÎTEM’ê û wiha got: “Endamê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan û endamê JÎTEM’ê Mûrat Îpek, di daxuyanî û îfadeyên dan de, diyar kirin ku agahiya Fermandarê JÎTEM’ê Cem Ersever û Fermendarê Alaya Amedê Îsmet Yediyildiz ji kuştina Vedat Aydin hebû. Lê vê yekê jî faîlên Aydin nehatin girtin û dariznadin. 29 sal bi ser bûyerê re derbas bûn lê hîna jî heqîqet nehatiye bi cih anîn.”

Goktepe bang li rayedarên siyasî-edlî kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Êdî dawî li înkar û bêceza hiştina dosyeya Vedat Aydin bînin. Demildest hiqûqê bi cih bînin. Faîl û berpirsiyaran ceza bikin. Em ji bo Vedat Aydin û hemû windahiyên xwe daxwaza edaletê dikin. Emê tu carî dest ji vê daxwaza xwe bernedin.”