Dayikên Şemiyê ji bo Has ê hate darvekirin civiyan

Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo Îlyas Has ê piştî hate destgîrkirin û darvekirin, cenazeyê wî piştî 28 sal û şûnde hate dîtîn, daxuyanî da.

Dayikên Şemiyê, ji bo ku aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin, çalakiya xwe ya şemiyê di hefteya 813'emîn de li ser hesabê xwe yê medya civakî berdewam kirin. Di çalakiya vê heftê de, ji bo Îlyas Has ê 28’ê Kanûna 1980’iyan, li Îzmîrê dema destgîrkirî bû cenazeyê wî hat windakirin û dûre li Goristana Bêkesan a Hacilarkiri ya Bornavaya Îzmîrê hatibû dîtin, edalet hat xwestin.

Birayê Îlyas Has Îmran Has, di daxuyaniya hat dayîn de axivî û wiha got: “Piştî birayê min hat darvekirin, cenazeyê wî telîmî me nekirin û bêyî me defin kirin. Tu agahî û belgeyek nedan me. Ji ber vê heya 28 salan gora wî winda ma. 28 salan em li gora wî geriyan. Me qet têkoşîna xwe bi dawî nekir. Dîsa jî me cihê gora wî nedît. Lê di sala 2012’an de em ji Huseyîn Yilmaz û Mesût Gungor hînbûn ku gora wî li Goristana Bêkesan Hacilarkiri ya Bornavaya Îzmîrê ye.”

Has, di dewama axaftina xwe de, ev şirove kir: “Di dema me li cenazeyê birayê min digeriya de, dayik, bav û xwişka min mezin jiyana xwe ji dest dan. Berî ku cenazeyê birayê min bibînin, wefat kirin. Bi vê hesretê çûn. Ez hêvî dikim ku hemû windahî bên dîtin.”

Dûre biraziyê Veysel Guney ê di 10’ê Hezîrana 1980’iyan de, cenazeyê wî dema destgîrkiribû hatibû windakirin Dogan Guney axivî. Guney, anî ziman ku apê wî ji ber sûcekê ku wî ne kiribû, hat darvekirin wiha got: “Wê demê cenazeyê apê min nedan me. Cenaze dan rayedarên dewletê. Lê rayedarên dewletê, cenazeyê apê min ji bo me pir dît û teslîmî me nekir. Ji bo ku pîrika min Zeynep Guney, li ser serê kurê xwe dua bike, dixwest gorekê wî hebe. Lê bi vê xem û xeyalê, jiyana xwe ji dest da. Beyî ku gora kurê xwe bibîne, çavê xwe jiyanê girtin. Me têkoşîna wê dewir girt. Heya ku ji me tê emê aqûbeta wî bipirsin.”

Ji Mirovên Şemiyê Ayşe Yildiz, daxuyaniya vê heftê da. Yildiz, da zanîn ku malbata Has li Îzmîrê dijiya. Kurê wan Îlyas Has ê 25 salî, piştî darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê di 28’ê Kanûna 1980’iyan de tê destgîrkirin. Bi îdîaya ‘hewldana guhertina Qanûna Bingehîn’ cezayê dervekirinê li Has tê birîn. Has di şeva 7’ê Cotmeha 1980’yan li Girtîgeha Sergirtî ya Bûcayê tê darvekirin.”

Yildiz, dest nîşan kir ku piştî darvekirina Has cenazeyê wî teslîmî malbatê nayê kirin û wiha pê de çû: “Malbat ji bo cenazeyê kurê xwe bigire bi dehan car serlêdan dike. Piştî 28 salan, cenazeyê Has li Goristana Hacilarkiri hat dîtin. Ev jî dide nîşandan ku cezayê darvekirin ku di roja me ya îro de jî pir dikeve rojevê, tundiya dewletê ye. Ev cinayet bi destê dewletê pêk hat. Em banga bi cih anîna edaletê dikin. Bila êdî bêedaletî bi dawî bibe. Em ji malbata Has û hemû malbatên windahiyan re daxwaza edaletê dikin.”