Dayikên Şemiyê aqûbeta ronakbîrên Ermenî pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta ronakbîrên Ermeniyên ku di sala 1915’an de li Stnebolê hatibûn destgîrkirin û windakirin pirsîn.

Dayikên Şemiyê, pirsîna aqûbetên xizmên xwe yên di binçavan de winda bûne, didomîninin û ji ber vîrûsa koronayê çalakiya xwe ya hefteya 787’emîn li ser medya civakî li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de dayikan aqûbeta ronakbîrin ermen ku di 24’ê Nîsana 1915’an hatibûn destgîrkirin û careke din venegeriyan pirsîn.

Li ser navê xizmên windayan keça Fehmî Tosûn ku di bin çavan de winda bû Jiyan Tosûn axivî. Tosûn, diyar kir ku Qirkirina Ermeniyan bûye sedema êşên ku nikarin bên telafîkirin û wiha got: “Kûjerên ku ronakbirên ermen di bin çavan de winda kirin, piştî 80 salan bavê min jî bi heman rengî dane windakirin.”

Li ser navê nebiyê ronakbirên Ermen ku di bin çavan de hatibûn windakirin Rojnameger Pakrat Astûkyan axivî. Astûkyan, diyar kir ku dîroka 24’ê Nîsana 1915’an di heman demê de destpêkirina “sûcên mirovahiyê” ye û wiha got: “Windakirinên dema destgîrkirî dema Qirkirina Ermeniyan destpê kiriye. Di rastiyê de kujer diyar in lê weke ne diyar tê derbaskirin. Di rûpêlên dîroka fermî de qet cih negirtin. Li Tirkiyeyê bêcezahiştin wergeriyaye polîtîkayekê. Hê jî li welatê me ev alozî tê jiyîn. Heta îro bi sûcên ku hatine kirin re hevrûbûn çênebûye. Encama çênebûna hevrûbûnê, em îro xebatên li dijî mirovahiyê dibînin.”

Daxuyaniya vê hefteyê Endama Komîsyona Dijî Windayên di bin Çavan de ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Zeynep Yildiz xwend. Yildiz, diyar kir ku çalakiya xwe ya hefteyê diyarî ronakbirên Ermen ku beriya 105 salan di bin çavan de hatine windakirin dikin û wiha got: “Di 24’ê Nîsana 1915’an de bi ferman Talat Paşa li dijî ronakbirên Ermen operasyon hatibû destpêkirin. Hikûmet ji van windayan berpirsyar e. Ji van mirovan kêlêkên gorên 174 kesan jî tunene. Di qeydên fermî de jî hatiye nivîsandin ku ev kes firar kirine an jî hatine berdan. Polîtîkayên înkarê ku rê nedin em bi vê heqîqetê re hevrû bibin, bûne sedema berdewam qirkirina ronakbiran û windakirina welatiyan. 24’ê Nîsanê bûye destpêka windakirinên bi komî yên dema destgîrkirî. Weke hemû windayên me em ê van windayan jî di têkoşîna xwe ya heqîqet û edaletê de bidine jiyîn.”